SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Jinên PYDê û El Qayida Kafir!!

Ez ê xebereke wilo bidm we ku dibe bi hinekan ji we ecêb bê; lê bi min ne ecêb û ne jî tiştekî ku ez ne li bende bûm. Di islamê de cihê jinê çi ye ez baş dizanim; ez baş pê dizanim ku Îmamê Xezalî jinê çawa dike 12 celeb û her celebekî di reng û dengê heywanekê de li şeh dixe. Min gelek salên xwe bi feqetiyê derbas kirin û heta bi Qewilehmedê xwend. Îcar çawa ku romanên psîkolojîk bi psîkologan balkêş nayên, bûbelatên rêxistinên misilmanên wek El Qaîda ku xwe nêzîkî xwedê dibînin, bi min balkêş û ecêb nayê. Nayê dibêjim ji ber islama ku ereban kiriye erebî, tirkan kirine tirkî û farisan jî kirine farisî ji ecêbên kesnedîtî re pir vekiriye. Ku em bên ser xebera min dixwezt ez ji we re bibêjim:

 

Li gora hin istixbaratên bi rêk û pêk, li Sûriyê bi sebeba ku piraniya şervanên PYDê ji jinan pêk tên û ev jin li her derê şer dikin, bêhizûriyeke mezin ketiye nav endamêm  El kafirên El Qayidê; û gelek ji wan naxwazin şer bi van jinan re bikin. Li gora dînê wan, di şerê cîhadî de mekrûh, yan jî herame ku micahîd ji bal jinan ve bên kujtin. Û heta micahîdê gava ku bi destê jinê hat kujtin kare biçe dojehê jî. Û heger biçe bihuştê jî wê bê horî bijî.

Eha ev baş bû; ev li xêra PYDê û kurdan bû. Niha ewqas

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)