SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dibêjin ku ”em berê xwe didin kerxanê û li mêj dikin!”

Li bajarê Antalyayê tam li tenişta kerxaneyeke ku 45 salên wê ye vekiriye, mizgefta ku bi navê Hezretî Hemze di sal 2008an de dest bi avakirina wê bûbû, di sala 20009an de qediyabû û xelkê dest bi îbadeta xwe kiribû , (Hemze apê pêxember bû),   û li gora rojnameyên tirkan, xelkê pir bi xwe nexweş anîbû û gotibû ”avakirina mizgeftê di tenişt kerxaneyê de mîna ku ne bes be, tew bi ser de berê qibleya me jî tam xistine kerxaneyê! Erê çima li ba vê kerxaneyê kenîşte(kilîse) çênekirine, lê mizgeft çêkirine ha! Ev çawa misilmanî ye” û hwd. îro her tişt ”berkemal e”  Yanî kesên ku diçin kerxanê û kesên ku diçin mizgeftê têkilî karê hev nabin û bi ser de jî silavê li hev dikin. 

Xuya ye qey bi rastî jî li Tirkiyê demokrasî li dar ketiye. Dema ku çepê mizgeftê bi kerxane û rastê wê jî bi pavyon be û bêyî ku hin ji liv û tevgera mirov a li wan navan bipeyivin, jê xweştir!!

Li Izmîrê jî gelek mizgeftên bi wî rengî hene. Wek nimûne, ji Basmahanê heta ku mirov digihê kerxaneya Tepecikê mirov di ber gelek pavyon û mizgeftan re derbas dibe. Û ji kerxaneyê hema bi wir de jî dîsa mizgefteke mezin heye. Îcar Stenbolê ji xwe nayê gotin. Li Tirkiyê bi qasî ku li Stenbolê mizgeft û kerxane nêzîkî hev ava bûne, belkî li tu derê Tirkiyê û welatên misilmanan bi wî rengî ewqasî nêzîkî hev ava nebûne.

Di dawiyê de em ê bibêjin hema bi van kerxane û mizgeftên ku tirkan di tenişta hev de ava kirine mabe jî,tirk ji kurdan pir li pêştir in. Û a din, heta ku kurd jî mina tirkan mizgeft û kerxaneyan di tenişt hev yan jî di himberî hev de ava nekin, ê ku dice kerxanê û ê ku diçe mizgevtê silavê li hev neke, em kurd em ê tu carî nikaribin bi tirkan. Eha netewayetî, miletbûyîn ev e. Di miletbûyînê de li dikana beqêl quran, araq, nan û sûretên çîmrûtan hemû hene û kes jî nabêje çima ev hemû bi hev re li dikanê ne. Ez hêvî dikim ku te ez fêhm kiribim bê ez çi dibêjim!

Jêdera li ser mizgefta bi kerxaneyê ve:

http://www.youtube.com/watch?v=wPq4rAi6OcY

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)