SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Vexwendina ji bo hefteya Helebçe

Komela Çandî û Piralî ya bajarê Ludenşaydê (Ludenscheid) bi alîkarî û beşdarîya Komela Hevkarî ya bajarê Berlînê hefteya bîranîya jenosîda Helebçeyê li dar dixe.

Hefteya bîranîya jenosîda Helebçeyê wê di navbera 30ê Adarê û 11ê Nîsanê de bê lidarxistin.
Wê di hefteya bîranîya Helebçeyê de behsa pêvajoya Helebçeyê bê kirin, bi wêne û kurtefîlmên li ser Helebçeyê wê beşdar bên agahdarkirin.
Hefteya bîranîna Helebçeyê wê di dêra (kilîsa) bajarê Ludenscheidê de bê lidarxistin. Rojane (Duşem heta Şemîyê) wê di navbera 16.00 -18.00 û roja Yekşemê jî ji 12.00 – 14.00 vekirî be.

 

NAVNÎŞAN:
Kirche Höher Weg 8
58511 Lüdenscheid / Almanya
Verein für kulturelle Vielfalt in Südwestfalen e.V

Hûn hemi bi xêr bên
YASÎN KUT /Siyasetmedar û Cîhgirê Serokê Partîya Çep (Die Linke) yê bajarê Lüdenscheid

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)