SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Newroza li Diyarbekirê bi me çi da fêhmkirin?

Hema wilo yekser;

1. Newroza Li Diyarbekirê şikên rayedarên dewleta tirkan ên di derbarê ”Demokratîk Ozerklik”a ku wek nîv-desthilatiyeke kurdîstanî dihat fêhmkirin, resmiyeta zimanê kurdî û vekirna xwendegên kurdî de bi carekê ve ji holê rakir. Newrozê bêhna rayedaran û xelkê wan ê dijminê riknê miletê kurd derxist! Êdî ji vir û pê ve wê daxwazeke kurdî e bingehîn neyê peyivandin.

2. Newrozê bi me da zanîn ku qîj û wîja miletê kurd êdî hemû wê ji bo demokrasiya Tirkiyê bi kar bê. Û tiştekî doza kurd û demokrasiyê jî bi hev re tuneye!

Û xala herî bi xof, serekên PKKê bi vê Newrozê mohra xwe li kaxeta ku rayedarên tirkan sipî danîbûn ber wan, xistin!

Lê ev jî heye, çawa ku ingilîz û emerîkiyan nehiştin ”Kongreya netewî” li dar bikeve, (Kongreya netewî li ser daxwaza rayedarên tirkan ku sînorên mllî mîsakî vê carê jî bi serekên kurdan mohr bûbûya…), wê nehêlin ev zewaca wan a minafiqî domdirêj biajo!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)