SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xwezî bi ”Korucu”tiyê û ne bi Cehşitiyê ba!!

Çî ye Korucu û Cehş? Herdu jî her çiqasî wek bastêq û beniyên di kewarkê de xuyanî bikin ew dîsa jî du têgehên ji hev cIhê ne.

Korucu bi kurdî Peya  û Cehş jî Nûker e.  Bi zarekî din, Peyatî + zilamtî û Cehşitî + Pîberayetî . Wek nimûne, peyayê axê, û  pîberê  axê. Peya hêza li pêşiya axê û pîber jî hêza li pişt axê ye.  Yek pêşker, yek paşker e. Yek pêşmêr, yek paşmêr e. Yek dikuje, yek diparêze. Yek  talan dike, yek dicivîne. Yek kare dev jê berde û bireve, yek qed nikare dev jê berde û bireve. Yek kare teref biguhere, yek qed nikare. Çima? Ji ber ku Paşmêr bi hertiştê xwe ê axê, û  ji axê ye. Eha îcar tam di vir de ku em bên ser mijara çima xwezî bi Korûcitiyê lê ne bi Cehşitiyê?

Bi newrozên ku di bin sereketiya BDPa PKKê de pêk hatin, bi rengekî pir zelal derketiye holê ku meyla kurdan wek serek û rêber, serkêş û paşkêş, endam û berendam, alîgir û dilxwaz bi ser cehşitiyê ve çûye.

Ji temamê alimên dinyayê bipirsin û bêjin: Gava ku kurd û tirk ji bilî zimanê xwe, tev li reng û dengê xwe û hemû tiştê xwe bûbin wek hev û sereketiya kurdan jî hîn zimanê kurdî wek merceke man û nemanê dananîbe ber dewleta tirkan û ji bo demokratîkirina Tirkiyê biqîre, mirov wê sereketiyê çawa dikare bi nav bike gelo? Tiştê ku  bibêjin, ji peyva Cehş û pê ve ne tiştikî din e, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)