SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nerîna min a li ser BDPê û serketina wê a di hilbijartinan de!

Li ser daxwaza hin dost û hevalên ku min bêgavî nerîna min a di derbarê BDPa PKKê û hilbijartinan de kirine, dîsa dibêjim bi salan e wek prensîp ez li dijî ku kurd rayên xwe bidin partiyên tirk û tirkparêzan. Li bakurê Kurdistanê her çi partiyên ku hene bi reng û deng û hestên xwe tirk yan jî mîna tirkan e, û li gora min xiyanet e ku mirov raya xwe bide ên ne ji xwe û wan li ser serê xwe bikie mîr, amîr, kizîr û wezîr.

Ku em bên ser asas mijara xwe a ku di hilbijartinan de BDP çiqasî dikare bilind yan jî nizim bibe.

Di van hilbijartinan de heger damezrînerên Ergenekonê CIAyê, mîna ku çend sal berê bi hewara ”gerîla”yan ve çûbû, berê mehmetçîkan bi wan vekiribû û bi navê ”Şerê Oramarê” şerekî qut î girover li dar xistibû û dawiya şer bi serketina gerîlayan qedandibû, vîdyo klîbê Ocalanê ku xwe, PKK, kurd û kurdistanê heşkere heşkere bi carekê ve pêşkêşî rayedarên dewleta tirkan kiriye, dernexistiba mazatê, BDP wê di hilbijartinan de binpê bûbaya. Lê klîbê Ocalanê ku xelkê kurd ji hew bêhtir rezîl kiriye, bû sebebê ku xelk hîn bêhtir li Ocalan û hemû tiştên girêdayên wî xwedî derkeve. Li gora têgihiştina min, heger CIAyê  weşana klîbên Ocalan ên bi wî haweyî domandibana, li bakurê welêt wê BDPê ferqeke mezin li AKPê kiribaya, û wî çaxî jî dibû ku kêşa siyaseta di dest serkêşan de ji balans ketibaya. Ew karekî bi risq bû. Û karên bi risq jî li hesabê dewletên mezin nayê.

Bi kurtî, BDP di hilbijartinan de serketî derdikeve, ewqas

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)