SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ocalan vê carê baş kir!!

Di derbarê hilbijartinên şaredariyan de helwesta Ocalan bi fisekiyên serekên Sosyalfaşîstên HDPê (sosyalfaşîst dibêjim, ji ber ku li gora lîteretora sosyalîst-komunîstan, tirkên ku wek demokrat tên zanîn, gava bi rê û rêbazên ên wek Atatirk tevgeriyan, ji wan re sosyalfaşîst, û ji kurdên Atatirk parêz re jî cehş tê gotin), heşkere bû ku heger ne ji Ocalan baya, serekên HDPa ku serekên Konseya KCKê û BDPê qanih kiribûn, wê bi CHPê re a xwe kiribana yek û li Tirkiyê û heta li gelek cihên Kurdistanê têketana hilbijartinan. Lê Ocalanê ku bi rêz û tertîp li gora rayedarên AKPê hildide xwe, ew konebaziya sosyalfaşîstan têk bir.

Îcar gava ez li wê CHPa ku qesasê serê ermenî, asûrî, kurdan û mirovahiyê bû û li Kurdistanê di çopa tarîxê de wer bibû, difikirim ku li Kurdistanê careke din, hem jî bi destê kurdan bi ruh bibe, ji dînê xwe derdikevim! Li Kurdistanê hebûna CHPê, MHPê û Fethullahiyan talûkeya herî mezin e ji bo miletê kurd, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)