SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gava ku pêşmerge jî bibin şûrkêşên mehmetçîkan!!

Barzaniyên ku ji roja roj de kurd û Kurdistan û her tiştê miletê kurd di berjewendiyên xwe ên herêmî û malbatî de bi kar anîne û hin serekên kurdan bi hev dane kujtin û heta termên hinekan ji wan teslîmî mêtingehkaran kirine, di van deh-duwazdeh salên dawiyê de jî bi haweyê ”ne bi mino û ne bi te yo” li gel rayedarên tirkên zalim rêz girtine, bi kolana kanalên di navbera sînorên başûr û roavayê welêt de xuya bûye ku barzanî êdî bûne şûrkêşên zaliman û wek wan dixwazin dil û hinavên kurdan û doza kurdan hilqetînin!..

Apoyî û serekên PKKê çendî xwefiroş û kurdfiroş û dijminê PDKê dibin bila bibin, sebeb çi dibe bila bibe ne heqê desthilatdarên kurdên başûrê welête ku ew jî mîna tirkan, ji hindama xwe ve bi kolana kanalan rabin ser xwe û mîna mehmetçîkan bi pêşmergeyan li xelkê me ê ser sînor bireşînin. Ji xwe apoyiyan jî ji hew bêhtir ew dixweztin. Navê vê xwenenasî ye.

Îcar wilo ye, gava ku pêşmerge jî bibin şûrkêşên mehmetçîkan, kurd jî wî çaxî wê tam bidin dû apoyiyan û xwe di pêşmergeyan de werbikin! Erê, rayedarên tirkên ku ji aliyekî ve Ocalan wek rehîn li himberî serekên PKKê girtine û karên xwe ên lewitî bi wan didin kirin û  ji aliyê din ve jî bi mal û milk û ticareteke bêsînor serekên PDKê bi xwe ve girêdane kurdan dixin pêxêla hev!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)