SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi barzanî û talabaniyan çima sênga Kurdistanê diqelêşin?

Pêşî dixwazim xwe hinekî bi hin xwendevanên min ên ku min baş nas nakin bidim naskirin da ji serî de fêhm bikin bê ez dixwazim çi bibêjim.

Ez li gundên li ser keviya mayinan li Serxetê hatime dinyayê û mezin bûme. Mehkûmî, gerîlayetî, pêşmergayetî çî ye baş dizanim. Baş dizanim dibêjim ji ber ku ez bi salan jiya me. Ferqa ewlekarî û parastina di navbera deşt û çiyan de çî ye wê jî baş baş dizanim. Û li desşt û çiyayên her çar perçeyên Kurdistanê jî wek mehkûm, gerîla û pêşmerge têra xwe geriyame.

Ku em bên ser asasê mijarê: Ji bo gerîlayan gava mirov di warê ewlekariyê de deşt û çiyan bi hev re qiyas kir, deşt sifir e. Û bi vê teknîka îro, ewlekariya li deştan sifir sifir e! Li deştan gava hêza dewletî bixwaze kare nehêle gerîla hîç tevbilive û hemiyan di cih de bikuje. Li deştan dewlet pir bi hêsanî her derê kare saxtî, yanî kontrol bike.

Îcar dibêjim: sînorê başûrê Kurdistanê û Binxetê heta ku digihê sînorên Serxetê hemû jî deşt e. Hikûmeta başûrê welêt gava bixwaze bi avakirina çend qereqolên zêde pir bi hêsanî kare nehêlê ku çûk li ser sînoran  bifire. Lê çima qereqolan ava nake lê kanalan dikole? Kanalan dikole ji bo ku tirk wilo dixwazin. Îcar tirk çima vê yekê bi wan didin kirin? Tirk dixwazin PDKa ku hinekî îmana wê a kurdayetiyê heye û mîna PKKê ewqasî nebûne hakimê wê, di çavên kurdan de piçûk bixînin, wan û PKKê têxin pêxêla hev û kurd jî li ba PKKê cih bigrin. Mesele hemû ev e, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)