SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di dawiyê de barzaniyan tiştê ku apoyiyan dixwezt kirin!!

Pêşmergeyan li ser sînorê ”milli misak”ê ku ji tirkan bêhtir desthilatdarên PDKê û YNKê diparêzin, bi kujtina kurdê binxetî, bêhna apoyiyan derxistin û bi sed hezaran kurdên ji herçar perçeyên welêt du-sê gavekî nêziktirî apoyiyan kirin. Bi vê kujtinê, û kujtinên ku hîn wê biqewimin apoyî wê ji hew bêhtir bi hêz bibin. Û dû re jî heger emerîkî rê bidin şerê apoyî û barzaniyan wê şerekî bi xof di navbera kurdan de derkeve, di vî şerî de kurd ji hawhaw de bikevin û heta bi mirinê Kurdistan jina tirk, ereb û farisan bimîne!..

Dijayetiya masmedyaya apoyî û barzaniyan a li himberî hev, kolana kanalan (xindeqan) û kujtina kesên li ser sînorê Millî mîsakê barzanî û apoyiyan, amadekariya  şerê navxweyî ye. Kurdistan mirdistan nîv çîrok e; hemû jî li ser ku bêhtir kî dewlemend û destdirêj bibe.  Nalet li wilo ”avadankirin, parzatin, kanton, xweserî,” û jehr û ziqûm û quzelqurt be û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)