SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî endamên Konseya PKKa ku esera kurdayetiyê bi wan re nemabû!…

Ji serî de divê careke din ji mirîd, alîgir û dilxwazên barzaniyên ku ew jî mîna apoyiyan bi camcamk û awirekê radibin ser  tapanan û poşan di mirov de werdikin bibêjin ku ez serekên barzaniyan ji me û serekên PKKê jî ji tirkan dihesibînim. Ev ne cara pêşî ye, ji roja roj de ez vê dibêjim. Bi tu haweyî barzanî û apoyî nakevin têrekê. Yek ji ritlê û weqiyê, û yek jî ji kîlo û giramê ye.

Barzanî xwedî parlamento, qanûn, dadgeh, polîs, esker û xwendegehên kurdî ne. Û apoyî jî, xwedîbûna parlamento, qanûn, dadgeh, polîs, esker û xwendegehên kurdî li wê navê bihêlin, ew heta bi dê û jin û zarokên xwe û me hemiyan re jî bi tirkî dipeyivin.

Barzanî xwedî artêş, qijle, qereqol û seray in, û apoyî jî hîn ji qul û qulêr, şkeft, qelş û rizdeyên zinaran derneketine!

Barzanî bi helîkopter û balafiran, û apoyî jî bi ker û qantiran cebilxaneyan dikşînin wargehan!

Barzanî bi radar, û apoyî jî bi têl û bêtêlan kar û barê xwe ên eskerî dimeşînin!

PDKa barzaniyan di bin ala kurdî de li her derê Kurdistan û dinyayê kongre, civîn, semîner û konferansên xwe, û partiya apoyiyan BDP jî kongre û civînên xwe di bin ala tirkan de li dar dixîne.

Zimanê hemû civîn û rûniştinên barzaniyan ên bi kurdan û serekên dinyayê re kurdî, û ên apoyiyan jî tirkî ye!

Barzanî bi serok û serekên Emerîkayê û temamê dinyayê, û apoyî jî li Tirkî, Sûrî û Îranê bi serekên ît û mîtan re rûdinin!

Barzanî lêdigerin, yan jî wilo dixwazin, ku dewleteke kurdî damezrînin, û apoyî jî li ”xwelî seriya demokratîk” ku kes nizane bê çawa xwelî ye jî, dixebitin.

Barzanî, bi kêmanî di perçeyê xwe de, heta bi heta dixwazin wek kurd bijîn û bimînin, û apoyî jî ha ha lêdixebitin ku kurdan ”întegre”yî tirkan bikin! Yanî bi tirkan re bihilînin.

Barzanî qed naxwazin ku kurdên başûrê welêt bikin iraqî, û apoyî jî ji dil û can dixwazin ku kurdên bakurê welêt  ”turkîleşme” bikin. Ser û binê programa BDPê ”Turkîyelî, turkîyeleşme” ye.

Du tiştên baş ên apoyiyan:

Li gora min apoyiyan du tiştên ku kemalîztan tu carî bahwer nekiribûn wê ewqasî wilo delal encam bidaya kirin.

1)      Di kiryarê de sînor mînor bi çûn û hatinê xirek kirin, kurd hemû bi hev hisandin û Kurdistan kirin yek perçe.

2)      Islama ku koletî wek pişka ezel li eniya jinê dabû rakirin û jin beşdarî nav kar û barê civakê kirin.

Hesabê kemalîztan li hev derneket. Li gora felsefeya wan bi apoyiyan wê rê li ber kurdayetiya hersê perçeyên din jî bigirtana, kurdên wan deran jî mîna beşekî kurdên bakurê welêt serxweçûyî û doznenas bigihndana û kurd berdana pêxêla hev.

Û li gora ilmî jî asîmlasyona bi hêz û xurt bi jinê dibû. Yanî gava jin bi tirkî bipeyivya, wê kufletê malê jî hemû bi tirkî bipeyivya û kurd di hêlînê de wek tirk bi firê ketibana. Mixabin kemalîzt li bakurê Kurdistanê di vê konebaziya xwe de bi ser ketin. Erê, îro pir heşkere bûye bê çima apoyiyan dest dirêjî hersê perçeyên din ê welat kiribûn û jina kurd desrxistibûn pêş.

Du tiştên xerab ên barzaniyan:

Li gora min di eslê xwe de ne du tişt, gelek tiştên wan ên xerab hene, lê em ê bi kurtî li ser duduyan rawestin:

Di dinyaya îro de dîn û pere maka xerabiya herî mezin bû, mirov û mirov û civat û mirov ji hev bi dûr dixist û desthilatdarên me ên başûrê welêt jî ji wê roja ku Seddam têk çûye û heta niha giraniya xwe danîne ser van herdu tiştan. Yanî ji her tiştî bêhtir bi dîn û pereyan rabûn ser xwe. Di hikmê pazdeh salan de ser me tije pêxwas, kose û berkose kirin. Bi qasî ku îro misilmanî li wan deran xurt bûye belkî tu carî wilo xurt ne bûbû. Ewqasî bûn misilman ku hetanî bi cihekî wek Stokholmê di şînên xwe de Quran xwendin û bi selewat û tekbîrên ”lemyelid welemyûled, îzacae nesrullahî” û ”wettînî we zeytûnî” kişiyan ser şîniyan. Eybek e pir mezin e ku piştî vê seetê li cihekî wek Ewrupayê em di şînên PDKê de li ”eûzû billahî mîneşşeytanîrrecîm” û ”bismillahirrehmanirrehîm” guhdarî bikin.

Ên me bi dîn û pera û tirk jî bi lobiyan daketin. Heger îro tirk li bakur, başûrê û roavayê welêt li pêş çavên dinyayê ji erd û ezmên karibin êgir bipijiqînin ser xelkê me, referandûma Kerkûkê rawestandibin û xala 140î qereqûşkî kiribin, ev hemû bi qeweta dolaran û hinera mêrga şahlewendên ku xwe ji nêçîra zaliman re vekiribûn. Tirkan bi dîplomasiya xwe Bosnayê kir dewlet, kurdên bakurê welêt ji doza wan bi dûr xistin, kirin tirk û berdan pêxêla hev û barzanî û talabaniyên me jî ji dêvla ku di nav dewletî de bi zilma li ser Kurdistana xwe re zilma hersê perçeyên din ên Kurdistanê jî bianîna ser zimên, bi bazirganiya xwe a bi tirkan daketin û kurd û Kurdistan, hema hema bi carekê ve ji bîr kirin. Barzaniyan bi qeweta pereyan û bi destên kurdên derveyî perçeyê xwe karîbûn artêş damezrandina û lingên tirkan, ereb û farisan têxistana zikê wan. Îro hema bi tenê li Diyarbekirê bi hezaran wilo xort hene ku karibin Tirkiyê ser û binî hev bikin. Ji her kesî bêhtir barzanî û talabaniyan pê dizanîbûn ku doza miletê kurd ne bi demokrasiyê, bi hêza miletî ve girêdayîbû, û ew jî li pevgirêdana vê hêzê nexebitîn. Desthilatdarî bi mal û milk, zêr û pere, esker û xelkê dibû; û ew hemû jî li ba wan hebû, û heye. Ma nikarîbûn çi û ne çi bikirana û bidanakirin! Ez ji wan xwîn vedirşim! Îcar a baş ez mijarê li vir bibirim û asas gotina xwe a dawî bibêjim:

Barzanî divê baş bizanibin ku bi kolana xindeqan endamên Konseya PKKa ku esera kurdayetiyê bi wan re nemabû wek kurdperwer û welatparêzên herî mezin xistine sênga civaka kurdî! Û ev yeka han berî her kurdî, ji wan re talûkeyeke mezin e! Apoyî ne ji me ne û di çavên xelkê me ê jar û hejar de bûne wek ji me.

Hêvîdar im ku rêzdar Barzanî, bi kêmanî heta çendeyekî dev ji kolana xindeqan berde û di şûna wan xindeqan de li ser 17 kîlometreyên ku apoyiyan dest bi vedana konan kirine qereqolan ava bike. Bi avakirina qereqolan tu kurd wê dilê xwe ji barzaniyan negrin û heta kêfa xwe bi wan re bînin, niha ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)