SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Bila bi zilma ereban û ne bi rehma tirkan be!”

Îro mirov pir baştir dibîne ku cenabê Mela Mistefa Barzanî bi vê hevoka xwe a dîrokî çendî tirknas bû ye! Lê mixabin peydûkên wî jî, hema hema her tim, û bi taybetî jî ji rûxandina zalimê mezin Sedam Hisên û vir ve tam bermeqlûbî wî meşiyane û bi tirkan re ji ser sifreyekê ranebûne. Qed lê nefikirîn ku hevalbendî û dostayiya bi tirkan re mirov ji her tiştê kurdî bi dûr dixist.

Barzanî û talabaniyan tu carî nexweztin ku ji dost û hevaltiya serek û ronakbîrên kurdên bakurê welêt a bi tirkan re tiştekî kurdî fêhm bikin. Bi kêmanî hema heger ji girtina Ocalanê pîber û vir ve bi çavên kirîn û firotinê li nêzîkayiya kurdan û tirkan nerîbana, wê dîtibana bê bi wê nêzîkayê kurd çendî, asîmle, perîşan û rezîl bûne!

Zemên her tim şanî me daye ku hevaltiya bi tirkan re di dûmahîkê de dijminahiya kurdan, xeberdana bi tirkî asîmlekirina kurdî, avakirina Tirkiyê xerabkirina Kurdistanê û serketina tirkan jî binketina kurdan bi xwe re aniye.

Tirk bi qasî ku dewlemend bûne kurd jî ewqasî xizan bûne; tirk bi qasî ku di nav dinyayê de hatine xeberdan kurd jî di nav dinyayê de ewqasî hatine ji bîrkirin; kurd bi qasî ku bûne kurdên misilman û demokrat, tirk jî li himberî kurdan ewqasî bûne kafir û faşîst. Kurdên îro ji ên doh bêhtir bûne misilman û demokrat, û tirkên îro jî ji ên doh bêhtir bûne kafir û faşîst.Û de ji xwe re li rezaleta ku em îro bi miletî ketinê tê de binerin!

Êdî siyasetger û ronakbîrên kurdan divê van tiştan bibînin û bi hemû haweyî li xerabkirina dewleta Tirkiyê, Iraqê, Îranê û Sûriyê û qelskirina tirkan, ereb û farisan bigerin. Serxwebûna başûrê welêt di xerabkirina dewleta Iraqê û xurtkirina desthilatdariya Hewlêrê jî di qelskirina desthilatdariya Bexdayê de ye! Li Tirkiyê, Îran û Sûriyê jî wilo ye.

Ji ber ku serekên PDKê û YNKê jî mîna serekên BDPê û PKKê bi hevaltiya tirkan rabûne îro ji kurdan re xerab bûye û li herçar perçeyên Kurdistanê kurd ji PDKê û YNKê hatine heta bi bêvilê! Bi qasî ku serekên PDKê û YNKê bi tirkan re xweş kirine tirk li her derê dinyayê li kurdan degel û har bûne!

Heger ne ji wê hevalbendiya wan a bi rayedarên tirkan re baya, Şemdîn Sakikê ku bi sedan gerîlayên PKKê dixwezt xwe  bigihandanê, teslîmî tirkan ne dikirin, û bi wê teslîmkirinê sereketiya  PKKê jî wê ewqasî pûç û vala nebaya!

Heger ne ji wê hevalbendiya wan a bi rayedarên tirkan re baya, di sala 2004an de wê nehiştibana ku Nizamedîn Taş bi 40-50 gerîlayên sereke ve ji çiyan daketibana, alîkarî bi wan re kiribana û di nav PKKê de xeta kurdayetiyê xurt bûbaya!

Heger ne ji wê hevalbendiya wan a bi rayedarên tirkan re baya, talabaniyên ku li Kerkûkê rê li ber reva ereban vekiribûn û xelkê kurd ajotibûn Kerkûkê, wê barzaniyan jî ew yeka talabaniyan bi xwe xweş anîbana, û di Kerkûka îro de tu ereb nemana!

Heger ne ji wê hevalbendiya wan a bi rayedarên tirkan re baya, di destpêka şerê Iraqê de wê barzanî û talabaniyên ku emerîkî bi wan dişêwirîn û şer bi Seddêm re dikirin, li ser Kerkûk û Mûsilê li hev kiribana, zeftkirina Mûsilê li barzanî û a Kerkûkê jî li talabaniyan ba,û Kerkûk û Mûsil jî îro li himberî ereban wê biba bazara serxwebûn û azadiya başûrê Kurdistanê!

Heger ne ji wê hevalbendiya wan a bi rayedarên tirkan re baya, tirkan wê nikarîbana mirîdên rêxistinên wek Elqayidê yamyam di ser başûrê welêt re derbasî iraqê kirbana û lingên emerîkiyan xistibana soleke teng.

Heger ne ji wê hevalbendiya wan a bi rayedarên tirkan re baya, di van çend salên dawiyê de ku hema hema li her derê dinyayê krîza aborî rû dabû, tirkan li ser navê bazirganiya bi desthilatên ”kuzey Irak yonetimî”  wê nikarîbana aboriya başûrê welêt bi wê ecêba kesnedîtî di aboriya welatê xwe de bi kar bianîna, Tirkiyê bûba dewleta herî mezin, tirkan ha ha devê xezîneyên xwe ji kurdfiroşiyê re venekiriban û siyasetger û ronakbîrên kurdan nekirîbana!

Erê, birînên ku vê hevalbendiya kurdan a bi tirkan re di canê Kurdistanê de vekirine,  ma qey bi gotinê diqedin!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)