SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Qetilama ermeniyan jî kirin ”faîlî mechûl”!

Bi rastî piştî ku serokwezîrê tirkan qetilama ermeniyan bi beyaneke sersaxiyê pejirand û bi wê beyanê kelecan û geft û lepta bi sedan dewlet û miletan a li himberî tirkan bi carekê ve fisiya, xofeke mezin kete dilê min ku siyasetgerên AKPê di rojekê de wê li ser koka miletê kurd jî rûnin! Siyasetger têra xwe bi aqil û ewqasî jî bêhn fireh in!

Rayedarên AKPê di beyana sersaxiya xwe de bêyî ku bê ka kê ew qetilam kirine, kê biryara qetilama dabûn, ew qetilam li ku û ku bûbûn bibêjin, ermenî, tirk,  kurdên êzîd, fileh, misilman û asûrî hemû xistine çewalekî û ji dinyayê re gotine ”rehma xwedê li hemiyan be!” Û dinyayê jî sipasiya xwe li wan kiriye.

Heger bi vî haweyê ku AKPê ji aliyekî ve bi rêya Ocalan hikim li Konseya KCKa PKKê, Konsey jî li BDPê û BDP jî li xelkê dike, û li aliyê din jî desthilatdarên başûrê Kurdistanê xistine bin çengê xwe bimeşe, di wextekî nêzîk de wê tirk kurdan ji per û bask bikin û çira wan vemirînin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)