SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ku Ocalan û endamên Konseya wî hemû bizewiciyana?

Di sala 1789an de dema ku Şoreşa Frensî pêk tê, hema hema temamê birêvebirên Şoreşê bêjin û zarok in. Û ew birêvebirên bêjin û zarok heta ku digihê serjêkirina Roberspîerê ku di 34 saliya xwe de bûbû serokê Konseya Şoreşê, bêwestan mîna pez hevdu digurînin.

Mafir, Konsey piştî serjêkirina Dalton û Roberspîer, li hev dicive û biryara ku her mirovê bibe endamê Konseyê divê 40 salî û xwedî jin be dide. Bi kurtî, piştî ku biryar bi cih tê û endamên Konseya Şoreşê dibin bi jin û hin ji wan jî bi zarok, bi rastî jî bayê kujtin, serjêkirin û talan û tajanê pir dikeve.

Îcar bila ne jinekê, deh jinan bidin Ocalan û endamên Konseya wî a xerabe; her yek ji wan bibe bavê bîst zarokan ku belkî wî çaxî jî bi qedirê jîn û jiyanê, eşq û kêf û zewqa di jinê de û qiriktaliya ku zarok çawa mezin dibin bizanibin, dev ji kujtina zarokên vî xelkê me ê jar û hejar, û bi ser de jî ne di ber tiştê ku bi qasî mirov li ser dihat kujtin û vê kurdfiroşiya di rengê qirkirinê de berdin. Û hew!

Nûçe

Şirove

3 Responses to “Ku Ocalan û endamên Konseya wî hemû bizewiciyana?”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)