SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Jenosîzma rayedarên tirkan û PKKê kurd xistine çemberê!!

Jenosîzm çi û ne çi bû min gelek caran li ser nivîsîbû û digel rayedarên dewleta tirkan rayedarên PKKê jî bi jenosîdê tawanbar kiribû. Îcar ji ber ku jenosîda rayedaran li kurdan çeqûber rakirine û emanê nema dide kurdan, min pêwîstî pê dît ku êdî ji vê mijarê pê ve divê em tiştekî din nenivîsînin. Nenivîsînin dibêjim, kurd bi miletî di warê bîrdozî de bi qasî ku ji per û bask bikin ji qiram de xistine. Mehmetçîk û PKK li ser koka kurdan rûdinin!

Jenosîzm çî ye?
Hîmdarê têgeha jenosîdê, Raphael Lemkîn e. Raphaelê ku wek hiqûqnasekî navdar dihat naskirin cihûyekî polonî bû. Bi kurtî, Raphael piştî ku xwe ji nav lepên naziyan xelas dike, revî revî diçe Emerîkayê û li wir ji zilma naziyan dipeyive û dinivîsîne. Wî têgeha “jenosîd”ê bi kar aniye; têgehê wilo rave dike:
Keft û lep û tevger û tevdanên li ser windakirina nasnameya, dîn, irq, ziman û kultura miletekî, xelkekî, civakekê û civatekê karekî jenosîdî ye. (Yanî qirkirn e)
Sê haweyên jenosîda ber bi çav hene: Fizîk, bîyolojîk û kultur.

  1. Fizîkî ew e ku mirov bi carekê ve bikuje.
  2. Bîyolojîkî ew e ku mirov bixesîne, piçûk bixîne, malbatan ji hev belav bike û bi metodên neqedexekirî rê li ber zawaca wan bigre.
  3. Kulturî ew e ku xwendegeh, kitêbxane, sîneme û hwd bi zimanê wan saz nebin….”
    Yekitiya Miletan di nehê meha duwazdehan sala 1948an de jenosîzm bi haweyê ku Raphael Lemkîn ravekiri bû tekez kiriye

 

Îcar dibêjim: Di van hersê xalên jenosîzmê de rayedarên dewleta tirkan û PKKê li himberî miletê kurd di gelek rê, xaçerê, cok û avrêlan de gelo negihane hev? Di hemiyan de jî gihane hev, lê her yek bi reng û deng û haweyên cihê bi cihê gihane hev.

 

Rayedarên dewleta tirkan ji Mistefa Kemal û heta roja îro ji bo ku kurd ne bûbûn tirk û wan wek kurd ji holê rakin temamê qeweta xwe û dewleta xwe, çi li hindur û çi li derveyî Tirkiyê û Kurdistanê, pir barbarane bi kar anîne. Kurd bi sed hezaran girtin û kujtin.

PKKa ku qaşo dest bi şerê serxwebûn û azadiya miletê kurd kiribû jî di hindurê van sîh salên dawiyê de bi sebeba ku kurd çima ne bûbûn ”heval” û bi her haweyî dawa xwe jê re venekiribûn bi deh hezaran kujtin

 

Rayedarên dewleta tirkan ji bo ku kurdan ji hêz bikin û bi hêsanî bikaribin diruvekî tirkayetiyê bi wan bixin, bi milyonan kurd bi nav Tirkiyê û dinyayê de teriqandin.

Rayedarên PKKê jî bi çavsoriya xwe a ku bi hezaran malên kurdên wek xwe û ne wek xwe bombe kirin û li kuç û kolanan ev û ew kujtin, bûn sebebê ku kurd bi bîst hezaran bibin pîberên dewletê ”korucu” û ji ber wan ji cih û warên xwe bibin. Him, bi kêmanî, ji sê pişkên kurdên ku ji bakurê Kurdistanê derbasî welatên Ewrupayê bûne, hemû jî bi destên PKKiyan derbas bûne. Min bi xwe jî tam 16milyonê tirkan di ber xwe û xanima xwe de li Stenbolê da semsarên PKKê û bi peseporta ku wan amede kiribûn, li dor 40 kesekî bi balefirê em ji Stenbolê derketine.

Rayedarên dewleta tirkan ji bo ku ziman û kultura kurdî ji holê rakin tu pîsiya dinyayê nemaye ku xwe tê de nedane….

Li ba rayedarên PKKê jî, ji roja roj de tiştek bi qasî ziman û kultura kurdî bêqîmettir nebûye. Rayedaran her tim qeşmeriyên xwe bi ziman û kultira kurdî kirine û di her warî de xwe li tirkî rapêçane. Di mitîngan de nehiştine ku xelk rahijin wêneyên şexsiyetên wek Şêx Seîd, Seyid Rizan, Qadî Bihemed, Mistefa Barzanî û hwd. Wan baş dizanîbû ku ew şexsiyet serweta doza miletê kurd bûn û doza miletê kurd jî bi wan bilind dibû.

Rayedarên PKKa ku bi sed hezaran kurd derbasî Ewrupayê kirin , heger bi rastî li pişt jenosîzma tirkan nesekinîbana, di hikmê van sîh salên dawiyê de bi hezaran wê zarokên kurdên ku bi pereyên dewletên ewrupiyan dixwendin, bikirana mihendizên atomê,fizîk, kimya û balfiran; bi sedan pîlot, ebûkat û hwd. Rayedaran bi hêsanî karîbûn ji her mala ku temamê kuflet kiribûn endamên PKKê, her meh ji bilî ku kovar û rojnameyên xwe ên bi tirkî difirotin wan û heqê endametiyê ji wan distendin, xort yan keçeke xwenda derxistana, bişandana parlamentoyên Ewrupayê da lobiyan çêbikin û dinya bihejandana!  Ma çi û ne çi nikarîbûn bikirana! Nekirin. Çima nekirin? Ji bo ku ne ji me ne, tirk in, ewqas.

Nûçe

Şirove

One Response to “Jenosîzma rayedarên tirkan û PKKê kurd xistine çemberê!!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)