SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Siyaseta “Kahpe turk!” û “Gotlak kiro!” bi saya serê PKKê bi ser ket!

Ên ku hinekî tirk û tarîxa tirkan a ji Atatirk û vir ve nas kiribin û ji sala 1981ê û heta bi sala1983an li Zindana Diyarbekirê jiyabin, wê baş bizanibin ku di prensîpên Atatirk ên di derbarê asîmlasyonê, tirk û tirkbûyînê de, ji bilî deng û rengê siyasetê tiştek nehatiye guhertin. Li gora prensîbên Atatirk her çi kes û kûs, teyr û tilûr, dewar, pez, kêzik û mêzik, deşt û çiya, zozan û newal û hemû tiştên ku di nava ”Milî mîsakê Tirkiyê” de dijiya, hemû bi navên tirk bihatana qanê, di dawiyê de hertişt û mişt û ins û cins bûbana tirk û ji van hemiyan welat û miletekî tirk bihata holê. Û hat holê jî

Bi kurtî, li Zindana Diyarbekirê mehmetçîkan navê her yekî ji me kiribûn tiştekî lewitî û bi esil û fesil jî em hemû wek tirk bi nav dikirin.

Wek nimûne: Ji hin girtiyên ku li ber xwe didan re digotin:

”Terorîst turk, canavar turk, vahşî turk, katîl turk, hayin turk!…”

Ji ên ku teslîm bûbûn re digotin:

”Kaçkin turk, yavşak turk, satilmiş turk, rezîl turk!…”

JI keçên ku li ber xwe didan re digotin:

”Kahpe turk, kancik turk, orusupu turk, pûşt turk!…”

Çend kesên ku li ser destavêtina jin û mêran  hatibûn girtin jî hebûn. Ji wan re jî digotin:

”Îbne turk, gotlak kiro turk, sîken turk, pîs turk!…”

 

Bi rastî dema hinekan ji me ew xeberdanên wan ên bi wî rengî bi xwe nexweş dianîn û bi qîjewîj digotin: “Ma qey di nav me de hîç namûslî tirk yok muuuuu!….”

Vê carê jî li ser ku çima li namûsa tirkan xwedî derketibûn lêdan dixwarin!

Erê, êdî her kurd divê kumê xwe deyne ber xwe û li ser siyaseta ku PKK dimeşîne pir kûr û hûr bifikire.

Wilo: Dema ku miletê kurd wê bi zimanê xwe hebe, û ziman jî wê bi vekirina xwendegehên kurdî, bazara kurdî,  debara bi zimanî kurdî û bi rê û rêbazên dewletî zimanê kurdî bijî, û rayedarên PKKê jî van hemiyan pişt guh bikin, bi sed hezaran kurdan dernexînin kolanan û ha ha neqîrin, wî çaxî jî ev hemû tên wateya ku rayedarên PKKê xwefiroş û kurdfiroş bûne. Xwefiroş û kurdfiroş bûne dibêjim ji ber ku li gora rêbazên zanistî cehşên herî mezin ew in ku li dijî asîmlasyonê bi hamû haweyî ranawestin, kirasê xwe naçirînin û mala dijmin bi a xwe re xerab nakin, ewqas!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)