SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bi Selîm Çurukkaya re hevpeyvînkeke têkil wens !

Laleş Qaso. Teslîmiyeta ”hevalan” a bi carekê ve di reng û dengê xiyaneta bi navê ”Aşitiyê” de, li gora te kengî dikare bi dawî bibe? Kurt bibêje!

 

Selîm Çurukkaya: Berî vê dema wan a bi navê ”Aşitiyê” kurdên ku Kurdistaneke serbixwe ne dixweztin xayin didîtin. Îcar roja kurdên ku Kurdistaneke serbixwe xweztin xayin dîtin, wî çaxî jî bizanibe ku ev dema wan a ”Aşitiyê” bi dawî bûye!

Laleş: Çi pêwistiya ”hevalan” bi HDPê hebû? Ji bo çi BDP  û HDP li hev qelibandin?

Selîm: Kurdan, lihevqelibandineke wilo nexweztiye.  Apoyê ku di destê dewletê de ye her tim wilo xweztiye. Ev hemû ji bo ku kurd hogirî tirkan bibin, hatine kirin û tên kirin.

Laleş: Ji bo kongreya wan a ku dîsa li ser gotina Ocalan, û vê carê jî bi misilmankî, wê li Diyarbekirê li dar bikeve tu dixwazî çi bibêjî?

Selîm: Li girtîgeha Diyarbekirê, di salên 1981ê û 1982an de êşkencekar Esat Oktay, ji bo ku girtî vala nesekinîbana û nikarîbana li tiştekî bifikiriyana, seraqet merş bi hemiyan dida gotin. Îcar Ocalan jî wek vî Esatê ku kurd hêsîr girtibûn, ji bo ku kurd vala nemînin û li tiştekî kurd û kurdayetiyê nefikirin wan bi tiştik miştikên pûç û vala dilebikîne.

Erê kî dizane ku heta roja îro li ser gotina vî Ocalanî çend kongre û çend konferans çêbûne! Bi kurt, li gora min mirov navê vê kongreya wan a ku wê li Diyarbekirê pêk bê, bike ”Kongreya mijûlkirina tiredînan!”

Laleş: PKKê di sala 1980î de bi slogana azadkirina terîşeke erd dest pê kiribû, lê niha hate ku?

Selîm: Piştî slogana azadkirina terîşeke erd, bi derewa ”Hikûmeta Şer a Botan-Bahdînan” ê rabûn, bi dû wê derewê de bi derewa ”Meclisa Netewî a Kurdistanê”, bi dû vê derewê de bi derewa ”Cepheya Netewî” , bi dû derewa Cepheya netewî de, bi derewa ”Parlamentoya Kurd a Koçber”, bi dû vê derewê de bi derewa ”Cimhoriyeta Zapê” rabûn. Ma çi çêkirin û çi çênekirin! Di eslê xwe de tiştek nehatibû damezrandin, hemû xap û xîp bûn. Bi wan sloganan pereyên xelkê û zarokên wan dizîn û zeft kirin. Tiştê ku niha jî dibe nola heman tiştên ku berê hatibûn kirin. Tiştekî nuh, û li fêda miletê kurd çênebûye.

Laleş: Çi bi Parlamentoya Yaşar Kaya û Meclisa te a Netewî  hat gelo?

Selîm: Parlamentoya Yasar Kaya bi çûna Ocalan a Imraliyê qediya. Bi tenê hew endamê vê parlamentoyê Ismet Şerîf Wanlî di derbarê girtina wê de bi frensî beyanek da. Bi frensî beyan da, ji bo ku kurd bi rêk û pêk mijara girtina parlamentoyê fêhm nekin.

Laleş: Çi bi Yaşar Kaya hat?

Selîm: Yaşar Kayayê ku serokê parlamentoyê bû, piştî 22 salan di ereboka seqetan de rûniştî çû Tirkiyê. Û ji alîgirên parlamentoyê yek jî pêrgî wî neçû.

Laleş: Yaşar Kaya dema ku li balafirgeha Stenbolê daketibû tiştekî pir balkêş gotibû, ew çi gotibû gelo?

Selîm: Ez nizanim bê tu behsa çi balkêşiya wî dikî.  Lê bi qasî ku ez dizanim, û a ku bala min jî kişandibû, gotina ku gotibû “di 22 salên min ên sirgunê de tiştê ku min pir bêriyê kiribû simît bû!”

Laleş: Dema ku min û te me “Aponun Ayetleri – Ayetên Apo” derbasî kompîtera min dikir, te ji min re digot ez ê cildê vê kitêbê ê duduyan jî binivîsînim, ka cildê ku te nivîsand?

Selîm: Erê, him bi dengê wî û him bi rengê wî!

Laleş: Min fêhm nekir!

Selîm: Ez ê lînkê cildê duduyan bidim te. Cildê yekê ji tiştên ku min dîtine hatiye nivîsandin. Û cildê duduyan jî belgeyeke ku Apo bi xwe  wek dewama cildê yekê dibêje.

Vir bitikîne û binere bê Apo çawa ji cildê kitêba min a duduyan dipijirîne: http://www.ulusalkanal.com.tr/imralidaki-apo/iste-imralidaki-apo-ham-goruntulerin-65-dakikalik-1-bolumu-h22683.html

Laleş: Tu di navbera Ocalanê serbest û girtî de ferqeke çawa dibînî?

Selîm; Heger qesda te Ocalanê Samê û imraliyê be, di navbera wan de tu ferq tune….

Laleş: Rola Ocalanê îro Çî ye?

Selîm: Doh rola wî çibû îro jî ew e…

Laleş; Konseya KCKa Ocalan gelo bi rastî ji ber ku bi gotinên Ocalan bahweriyê tînin wilo yekser bi a wî dikin?

Selîm: Çawa ku Ocalan bi ên jora xwe ve girêdayîye, ên li Qendîlê jî wilo pê ve girêdayîne….

Laleş: Kurdên bi dû apoyiyan de divê çi bikin ku li kurd û kurdayetiya xwe hayî bibin?

Selîm: Kurd pêşî divê xwe ji destên wan xelas bikin….

Laleş: Sipas hevalê min ê wan rojên ax û keseran!

Selîm: Sipasxweş hevalê min ê rojên teng!

Nûçe

Şirove

One Response to “Bi Selîm Çurukkaya re hevpeyvînkeke têkil wens !”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)