SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Zimanê kurdî bi siyasetê ve hatiye girêdan û siyasetgerên kurdan jî…!

Li gora têgihiştina min, li bakurê welêt, bi giştî ji salên 1990î û vir ve, zimanê kurdî bi siyaseta kurdewariyê ve hatiye girêdan. Kurdên ku hîn ji destpêka tarîxê de bi zimanê xwe kurd bûn, komînîkasyonê û zilma dewletên kurdkuj, ew xistine neqebeke wilo ku heger siyasetê nekin, wê bi zimên re her tiştên kurdî jî têk biçin. Doh bêyî ku kurdan siyaset bikirana bi zimanê xwe kurd bûn. Kurd bûn ji ber ku bazar, tevgera hindurê malê û dan û stendinên bi derdorê re hemû bi kurdî bû metirsiya têkçûna zimên jî bi ronakbîr û siyasetgerên kurdan re çênedibû. Xwendegeh hebana nebana, kurdî di warê qanûnî de neba wek zimanê dewletê ê duduyan ji ewqasî xem ne dikir. Lêbelê ew dewre hat guhertin. Îro, zimanê kurdî wek Kurdistana ku di bin tirkan, ereb û farisan de ji hawhaw de ketibû, bûye bereta tirkî! Tirk bi temamên hêzên xwe ên diyar û nediyar kişiyane her derê bakurê welêt û bi tirkî bi wan re di gevzekê de ne. Tirkî xistine heta bi hindurê mala kurd û zarokên wan hîn ji navikê de ji keft û lept û dengên wan ên xwezayî bêrî dikin.
Çare?
Çareya herî mezin ew e ku heger kurd bi hemû haweyên xwe bi kurdî ranebin ser xwe û bi siyaseteke kurdî tevnegerin, li himberî vê bombardûmana  tirkî wê tu carî nikaribin zimanê  xwe li ser lingan bihêlin.  Di roja îro de, ziman û hebûn û nebûna me a netewî yekser bi siyaseteke kurdistanî ve hatiye girêdan. Û gava siyaseta kurdistanî a pêşî jî li bakurê Kurdistanê ku zimanê kurdî bibe zimanê dewletê ê duduyan û bê devjeng, bê vir de û wir de, bê lam û cîm bi destê dewletê xwendegehên seretayî vebin.  
Îro bêyî siyastê êdî tiştek ji cihê xwe nema diqeliqe. Siyaset ne bi tenê serketina zimên, serxwebûn û azadiyê jî bi xwe re tîne. Li tu derê cîhanê tu xelk bêyî ku siyasetê bike, azad ne bûye. Di siyaseta netewî de, mirov bi her tiştê ku dijminahiyê bi tiştên mirov re dike, di şer û pevçûnê de ye. Li Kurdistanê siyaseta netewî, bûye maka temamê rengê liberxwedan û pevçûnan. ”Milîyetçitî” ne ew e ku mirov bi zimanê xwe bipeyive, bixwîne, binivîsîne û ji bona serxwebûn û azadiyê li ber xwe bide. Em miletek in. Zimanê mirîşkan, elok û zerzûlan jî heye. Ma mirîşk, elok û zerzûl jî milîyetçî ne gelo?

 

Erê, zimanê kurdî bi siyasetê ve hatiye girêdan û siyasetgerên kurdan jî bûne tirk! De ka îcar em ê çi xweliyê li serê xwe bikin!!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)