SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Şewba keran” ketiye Kurdistanê!

”Şewba keran” şewbeke çawa bû?

Kurdên ku wek min ji zarokiya xwe de li deşt û çiyan û di nav ker û bergîlan, pez û dewaran, tajî, kûçik û pisîkan de mezin bûbin, ji sedî sed wê zanibin bê ”şewba keran” şewbeke çawa bû?

Şewbeke wilo bû:

Pêşî firefireke bi hêrz û wehc û bêwestan bi kerê diket, dû re diziriya û hema wilo pê re jî çep û rast ha ha dida zîtirkan û bê keys zîtirkên xwe bi vir û wir de werdikirin. Di wê navê re piçûk,  mezin  her kesê ku li wir bana nehişî ji ber kerê direviyan. Piştî zîtirkan vê carê jî kerê, bi haweyê ku hin tişt ji hev difesiland hinekî li derdorê dinerî, dikuxiya, diranên xwe qîç, guhên xwe miç dikirin û ji nişkê ve bê serî qederekî baş çarhawêr dibeziya. Piştî ku helkehelk pê diket û tozekê disekinî, wilo jî sist û xilmaş dibû û vê carê jî zorî dida tiran û ha ha hêsir dibarandin.

 

Ker fêhmkorî dibû. Serê xwe dixist erdê û devê xwe di nav zibil û zebalê de dibir û dianî. Li cihê ku divabû serkul nekiribana, nemeşiya û xwe pal nedabaya serkul dikirin, dimeşiya û xwe pal dida. Nîvê şevê diziriya. Çêra xwe û tişt û mişt tevlihev dikirin û çi tiştê ku dev digihayê dev lê dikirê. Bi kurtî, şewba keran wilo bû, lê şewba bergîlan ji a keran jî xerabtirbû! De ka heta rojekê belkî em wê şewbê jî ji we re bibêjin

 

Îcar asas a ku min dixwest bigota: Gelo çi ferqa eva ku mirov kurd be û…..

 

Nûçe

Şirove

One Response to “”Şewba keran” ketiye Kurdistanê!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)