SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li tu deverê kesên ku şûrkêşiya belaş bikin êdî nemane!!

Birêvebirên PKKa ku xiyanet bi miletê kurd re kirin, bi navê serxwebûn û azadiya kurd û Kurdistanê rabûbûn û di dawiyê de li xişepişê sekinîn, desthilatdariya tirkan a li bakurê Kurdistanê  ji hew bêhtir xurt û mezin kirin, û li aliyê din jî birêvebirên PDKê û YNKa ku dewleta Iraqê  ji şiiyan re saz kirin û bi ser de jî Kerkûk û Mûsil bi dest desthilatdariya ereban ve berdan, niha jî dixwazin şerekî din î qut û girover bi tirk û ereban re bikin.

Îcar tam di vir de, me kurdperwerên bakurê welêt ji a ku birêvebirên PKKê dikin baş fêhm kiriye  bê li çi digerin û çawa dixwazin li ser koka doza miletê kurd rûnin, lê bi rastî me ji e va ku pêşmergeyên PDKê û YNKê amedekariya bi sergirtina Mûsila ku bi carekê ve ketiyê destê yamyamên DAIŞê de fêhm nekiriye!

Li himberî vê êrîşê kurd wê çi bi dest bixin? Pêşmergeyan carekê Mûsil ji eskerên Seddêm stendibûn û teslîmî desthilatdarên iraqqî kiribûn; baş e di vê carê de jî wê bedêla şûrkêşiya pêşmergeyan tunebe gelo?

Birêvebirên PDKê û YNKê êdî divê ji her kesî bêhtir baş bizanibin ku karê fedayitiya îro karekî pir zor e. Û wî çaxî jî pere û bidestxistina petrola di ber wê fedayitiyê de jî divê pir  û  yan jî perçeyê axa ku divê hîç ji destên xwe bernedin mezin be!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)