SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Tirk li himberî kurdan vê carê jî wê planê xwe ê “C” yê têxin rê!

Desthilatdarên dewleta tirkên ku ji roja roj de hêsîrî wek pişka ezel li eniya miletê kurd dabûn, di nav dinyayê de berdevkiya ereb û farisan jî dabûn ber xwe û bi temamê zilm û zor û pîsiya ins û cins û mexlûqatan rabûbûn, bi êrîşên DAIŞa yamyam ên bi ser Mûsilê, Tilefer û derên din de, ji planê xwe ê B yê jî bûn.

Planê tirkan ê pîşî gava ku Sedam têkçûbaya, bi haweyekî dîsa bi PDKê û YNKê re bûbana dost, yekitiya Iraqê biparaztana û di bin re jî, ji bo ku emerîkî ji Iraqê derxistibana destek bidana rêxistinên misilmanên ku xwe diteqandin. Tirk di wî planî de bi ser ketibûn, û dor hatibû planê wan ê duduyan.

Planê wan ê duduyan jî ew bû, berî ku başûrê welêt di nav dewletî wek welat bihata qanê, ji aliyekî ve bi haweyê ku desthilatdarên başûrê welêt di çavên miletê kurd de piçûk bixistana bi wan re bûbana dost û ji aliyê din ve jî doza PKKê li xişepişê sekinandibana; û dû re jî bi çend provakasyonên wek kolana xindeq mindeqan PKK û kurd hemû bi carekê ve berdana pêxêla hev. Tirk di vî plan de jî hindi mabûn bi ser biketana, lê MOSAD û CIAyê hesabên wan serûbinî hev kirin.

Planê wan ê sisêyan jî ev e: “Heger hat û Iraq ji sedî sed perçe bibe, wî çaxî jî ne sê perçe, bila bibe du perçe. Sinnî û kurd li aliyekî û Şîî li aliyekî.”
Eha îcar tam di vir de barê herî giran dikeve ser milên barzaniyan. Heger di vê carê de jî barzaniyên ku di destpêka şerê Iraqê de karîbûn Mûsil û Kerkûk zeft kiribana û bi wê zeftkirinê îro em ê jî xwedî dewletbana, bi tena serê xwe nebin dewlet, êdî dewletî wê ji dest kurdan biçe. Ên ku piçekî têgihiştineke wan e eskerî û siyasî hebe, wê baş bizanibin ku bi vî şerê Iraqa îro rû daye, biryara perçekirina Iraqê bi xwe ye. Ên ku li pişt DAÎŞê sekinîne, en ku çavên xwe jê re girtine û bi bîst hezaran eskerên ku ji ber direvin hemû bi şêwre. Ev şer şerê ku êdî li Rohilata Navîn hêdî bi hêdî kevir li cihê xwe rûnin. Û kî zane belkî ev kevir heta ku kurd hebin yan nebin tu car jî nema biqeliqin, ewqas!

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)