SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji van herduyan asas cehş kî ye?

Navê yekî Huseyin Çelîk, navê yekî Huseyin Alî ye. Huseyin Çelîk berdevkê AKPê, Huseyin Alî jî berdevkê (KCK) PKKê ye. Berdevkê AKPê Çelîk bi reng û dengê xwe heşkere heşkere, û berdevkê PKKê Alî jî bê reng û deng bi haweyekî xefî di rojnameya Ozgur gundemê û weşanên PKKê ên din de beyanan dide. AKP partiyeke ji tirkan, PKK partiyeke ji kurdan e. AKP li ser tirkan, PKK li ser kurdan xwînê bi xwe ve dibîne!

Mijar çî ye? Mijar ev e:

Konseya PKKa Ocalanê ku bi hemû haweyî xwe li pîskirina kurdan girêdaye û emanê nade ku kurd bi perên zemên ve hilkişin, li himberî kurdan bi taybetî di van rojên dawiyê de piştî ku MÛsil dikeve destê DAÎŞa yamyam, bi temamê alavên xwe ên ragihandinê rabûye  ser tapanan û wey li wê ku jîn û jiyana di pêsêrên dewletê re di herikîn qelşên felekê di çavên kurdan de mîna jehr û kezabe raber bide.

Konsey vê helwestê pêşkêşî kurdên başûrê welêt dike:

”…Wezîfeya hemû kurdên li İraqê, divê di çarçofeya netewa demokratîk de Şîî-sinnî-kurd-tirkmen-êzidî hemû civakên kêmnetew, yeqînî li ser bingehê netewa demokratik û parastina İraqeke demokratik be….” (Rojnameya Ozgur Gundemê 14.06.2014 Sernivîs Turkiye de iDIŞ îlîşkîlerî ve Musulun saf degiştirmesi)

Berdevkê dewleta tirkan jî wilo dibêje:

”…heger hat û Iraq perçe bû, kurdî jî mîna her kesî xwedî mafên xwe ên çareseriyê ne. Kurd çi biryarê bidin em ê jî wek dewlet wê destek bikin….”

 

Îcar dibêjim: Dema ku li Rohilata Navîn wê sînor bên guhertin û hebûn û nebûna kurdan jî wê bi danîna van sînoran bi sînorkirî bimînin, û Konseya KCKa PKKê jî kurdan zorgayî van nerîn û daxwazên çilvirî bike, Konsey kurdperwer, AKP kurddijmin; Konsey şoreşger û AKP jî faşîst bûbe yanî çi?

Ku dibêjin çima ”kongreya netewî li dar nakeve?” Bi Konseya PKKa ku qisûrê naxe kemalîztiya xw û bi dawa CHPê girtiye, kongreya netewî li dera han bihêlin, kongreyên herêmî, mehelî û heta kolan û kuçan jî nabe!

Ku dibêjin ”waliyê Kerkûkê gotiye me nebaş kir ku me PYD destek nekir” Ez jî dibêjim pêşî  nebaş kirin ku destê  Eshed heliqandin û Binxet ji PYDê re berdan. Û piştî ku berdan nebaştir kirin ku bi dijayetiya PYDê rabûn. Di eslê xwe de Walî bi haweyekî kubar kêmaniya desthiladariya başûrê welêt di ser PYDê re gihandiye Eshed. Hemû ew e.

Nûçe

Şirove

One Response to “Ji van herduyan asas cehş kî ye?”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)