SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Iraqê konfederalî jî têk çû!

Li Iraqa ku desthilatdar li her çimeke wê bi şeg û pegên têgehên serhej û aqilder û bûyerên ecêbnedîtî mîna rês li hevgeriyane û reng û dengê mirovahiyê yekser hatiye vemirandin, çawa ku federalî têk çû, wilo pê re konfederalî jî êdî têk çûye.

Şerê di navbera sinnî û şiiyan de li dîwarê man û nemanê sekiniye, û her ku bi wir de diçe herî bi hovtir dibe! Ev şer heger di nav sinnî û siniyan û yan jî di nav şîî û şîîyan de qewimîbaya, wek ku sê sed sal berê frensiyan di darxistina şoreşa xwe de hindik mabû qira hev bianîna û di dawiyê de dîsa li hev baniyan, li Iraqê jî dikarîbû dawiya vî şerî bi rêzgirtinekê biqediya û ereb li hev bihatana. Lê na, herdu alî her çendî ereb bin jî islama wan û xwedyê wan ji hev cihê ye; û bi ser de jî wek civak û serkêş û berkêş hemû di kultura islama xwe bi xwe de xerq bûne! Hedayet nabin. Dinya dibîne. Ev aliyekî mijarê ê girîng e. Lê asas ji bo vê dinyaya bi Xweda û Şeytan a herî girîng ew e ku ji kurd û ereban kî bêhtir kare petrolê ji desthilatên devçirîn re biparêze, xwe têxe kirasê wan û di temenê de raweste. Û kurd bi serek û serok û civak di vê de jî bi serketine, Li gora min ji sergirtina Mûsilê û vir ve, desthilatdarên başûrê welêt siyaseteke bi haweyê ku bûne dewlet bi rêk û pêk dimeşînin. Cihê xwe asê dikin; qîr û şahiyê nakin, giran in û bi tenê ji bo welatê xwe şer dikin! Îro wilo ne, em pesnê wan didin. Û  sibehê wekî din bibin, êm ê jî bi haweyekî din bibêjin, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)