SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Zîhên maran!

Dewlet desthilatdarî ye û desthilatdarî jî jîn û jiyan, derfet, afirandin û hebûne. Insên desthilatdarî afirand, lê asas a ku insan kir insan jî desthilatdarî bi xwe bû. Heger ne ji wê nîvdesthilatdariya mîrekên Baban û Cizîra Botan baya, bîrewerên wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hwd. ji kurdan  çênedibûn.

Ji bo ku mirov jehr û qetrana ku ji qîlên serekên PKKê bi ser pêsêrên Kurdistanê de dinisilin baştir bibîne, pêşî divê em bi çend têgehên girover tarîfa zimên, al, welat û dewletê di warê siyasî, eskerî, aborî û civakî de bikin.

Di warê siyasî de dewlet rêxistineke pevgirtî, tevgirtî û hevgirtî ye.

Di warê eskerî de dewlet civakparêz, warparêz û canparêz e.

Di warê aborî de dewlet malparêz, gişparêz û jînparêz e.

Di warê civakî de dewlet civakbijî, civakdijî û civakhêzî ye.

Îcar bi zarê ku em ê hîn bêhtir karibin ji hev fêhm bikin li Kurdistanê dewlet çî ye?

Li kurdistanê dewlet çekeke ku kurd pê, dê û jinên xwe li himberî tirk, faris û erebên misilman, sosyalîzt û hemiyan diparêz in!

Al çî ye? Al nîşana dewletî û netewayetiyê, şeref û rûmeta civakê ye!

Li Kurdistanê al çî ye? Li Kurdistanê al, him derpiyê temamê kurdan, û him jî perda textê ku dê û jinên kurdan li ser radikevin!

Ziman çî ye? Ziman lebatekî ku bi hizr û hest, hewl û meyl û liv û tevgera kelêx, insên û heywên ji hev cihê dike, fitloger û rasterast peyvder e.

Li Kurdistanê Ziman çî ye? Li Kurdistanê ziman hebûn û nebûna kurdên ku naxwazin wek heywanên di bin tirkan, ereb û farisan de bijîn!

Welat çî ye? Cih û warê ku mirov bi civakî lê çêdibin, dijîn, mezin dibin û dimrin.

Li Kurdistanê welat çî ye? Li Kurdistanê welat cih û warekî ku tirk, ereb û faris bi hemû haweyî di ser zikê dê û jin û mêr û hemû tiştên kurdan de ne û ha ha talan û tajan dikin û dikujin!

Dewlet desthilatdarî ye û desthilatdarî jî jîn û jiyan, derfet, afirandin û hebûne. Insên desthilatdarî afirand, lê asas a ku insan kir insan jî desthilatdarî bi xwe bû. Heger ne ji wê nîvdesthilatdariya mîrekên Baban û Cizîra Botan baya, bîrewerên wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û hwd. ji kurdan  çênedibûn.

Heger ne ji desthilatdariya barzaniyan baya, li başûrê welêt bi dehan nivîskar û şahirên wek Şêrko Bêkes, Ebdulah Pêşewî ji kurdan dernediketin.

Heger ne ji vê desthilatdariya di van 20 salên dawiyê de ku li başûrê welêt kurd wek dewlet dijîn baya, îro nivşekî ku hîç bi erebî nizane, bi hemû haweyî kurd li başûrê welêt ne diafirî! Ev bi tena serê xwe nehmeteke pir mezin e! Ew nahmeteke wilo mezin e ku miletê kurd, bi xwe re hildigre qonaxên zemên û di ref û rizdên tarîxê de bi cih dike!

Heger li bakurê welêt nîvdesthilatdariyeke me e kurdî hebaya, îro bi dehan nivîkarên wek Yaşar Kemal wê ji delava kurdî û bi navê kurdî vexwarana!

Û serekên PKKê jî li dijî desthilatdariya kurdî sekinîne!

Ew her çiqasî ji kurd ketibin, lê bi kurdan jî hilketine. Ew êdî ne ji me, dijminê riknê me ne, ewqas!

Nûçe

Şirove

2 Responses to “Zîhên maran!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)