SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dewleta kurdî ma li bendî heta ku erebên sinnî bi ser xwe ve bên!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Piştî civîna ku doh-pêr birêz Nêçîrvan Barzanî û çend hevalên xwe ên desthilatdar bi serokwezîrê Tirkiyê  li Enqerê li dar xisitibûn hat xuya kirin ku ji bo avakirina dewleteke kurdî tirk ne razîne, û heta ji planê xwe ê sisêyan ( ”C”) hîn jî nehatine xwarê.

Rayedarên tirkên ku baş dizanin li Bexdayê wê ji sinnî, şîî û kurdan di bin banê Iraqeke yekgirtî de desthilatdariyeke hevbeş, bi kêmanî di van çend mehên pêşiya me de, pêk neyê, ji desthilatiya başûrê welêt dixwazin ku hinekî bi sebir bin û di vê dema ”zîz”de ji ilana dewleteke kurdî dûr bisekinin;  bi vî haweyê ku îro karin petrola xwe û bi ser de jî petrola Kerkûkê bifroşin dinyayê, bi dehan balyozxaneyên dewletan li Hewlêrê vebûne, xwedî parlamento, xwedî universîte û zanîngeh in û hwd. bimeşin, şikiriya xwe bi Rebê banî  bînin heta ku hişê sinniyan bê serê wan û çerxa dinyayê li aliyê erebên sinnî  û tirkan bizîvire.  Û wilo xuya ye desthilatdarên me jî nerînên wan pejirandine. Lêbelê ka em ê binerin bê ev rima tirkan wê çiqasî karibe zirxê cihû û emerîkiyan, wek ku li Iraqê bi desteka ku dabûn basiyên ”mimin û avzel” her derê Iraqê bi bombeyan anîn xwarê, qul bike!

Planê tirkan ê ”C” yê ew bû ku heger hat û Iraq bûba sê perçe, kurd bi serê xwe nebana dewlet û  ji kurd û siniyan dewleteke bi navê Iraqê bihata damezrandin. Dewleteke bi wî rengî helbet ji her kesî bêhtir wê li fêda tirkan baya.  Tirkan hîn ji wextê osmaniyan ve kurd û erebên sinnî her tim li ser hev hejmartine . Di dema Atatirk de ew siyaset xurttir, û di dema Seddêm de hîn xurttir bû. Tirkan heta ku Seddam desthilatdar bû Seddam, û piştî wî jî sinniyên hevalbendên Seddêm heta roja îro geh heşkere, geh bi dizî destek kirin.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)