SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji serokkomariyê re ”erê” lê ji zimanê kurdî re ”na”!!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rayedarên dewleta tirkên ku ji herkesî bêhtir pê dizanin hebûn û nebûna kurdan bi zimanê kurdî heye û di wê derbarê de tu carî eman nadane zimanê kurdî, bi berendamtiya Silhedîn Demirtaş  a ji bo serokkomariyê  careke din peyitandin ku heta KCKa PKKê di destê Konseya birêz Ocalanê kurdxayin, kurdkuj û kurdfiroş de be, wê kurd ji hirç û meymûnan jî xerabtir bibin!

Bi rastî min fêhm nekir gelo ez xurifî me yan kurdên ku dane dû serokkomariya Silhedîn  û ha ha jê re li çepikan dixînin xurifîne! Niha hûn ji min re nabêjin bê çi têkiliya serokkomariya dewleta tirkan bi kurdan ve heye ku me bi haweyê eşîra Lûlû û Zûlû  daye dû Silhedîn Demirtaş, em wî wek  serokkomarekî kurd bi nav dikin û qirika xwe diqelişînin! Silhedînê ku bi devê xwe dibêje ez serokkomarê temamê gelan, filan û bêvan û jehr û ziqûmam me. nabêje ez li ser navê kurdan diçim wir û dibim serokkomarê kurdan.  Him wek serokkomarê tirkan yan kurdan biçe Enqerayê wê ji bo kurdan çi bike? Ne ew û ne  jî partiya wî a kemalîzt yanî sosyalfaşîst HDP naxwaze zimanê kurdî bibe zimanê dewletê ê duduyan, xwendegehên kurdî naxwazin, sînorê dewleta tirkan ji tirkan bêhtir diparêzin, bi kêmanî  otonomiyeke ku qeymeqamê Nisêbîn û Qoserê û polisên wan bi tertîba kurdî bin û hwd. naxwazin.  Tiştekî kurdî naxwazin, naxwazin, naxwazin! Îcar Silhedîn bûbe Serokkomarê dewleta tirkan  yanî çi!! Rayedarên AKPê ew  wek benê kevirê dengê ku heger birxul girs hat hinekî ben di hûrkirina birxul de bişidîne, yan sist bikin derxistine mazadê.

Û a duduyan jî bi berendamtiya Silhedîn asas tiştê ku divabû kurd pê rabana bi kurdan jibîrkirin dane û kurd gaveke din ber bi asîmlasoyon û entegrasyona tirkî ve birine. Bi kurtî, kufirî û xiyaneteke mezin ku kurd rayên xwe bidin Silhedîn û HDPa wî. Kurd rayê xwe didin kurdperweran ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)