SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Demokrasiya swêdî jî ber bi têkçûnê ve diçe!

Li swêda ku bi taybetî ji salên 1970î vir ve mafê heywanên berî jî mîna ên kedî di çarçoveya demokrasiya ku heywan û insan karibin bi hev re bijîn, bi êrîşa du gurên ku 38 pez kujtin hin parlamenterên swêdî xistin pêxêla hev. Berî bi hefteyekê li cihekî din ê Swêdê vê carê jî gurekî  6 pez kujtibûn.

Îcar li gora hin parlamenteran neheqiyeke mezin ku mirov 219 gurên swêdî  bi agirê wek eva ku misilman di hev de dikin bişewitîne û hemiyan bikuje. ”Nabe ku mirov bi hestên xwe, mirov divê bi zanyarî tev bigere. Dema mirov bi zanyarî tevgeriya wî çaxî jî bobelat çendî mezin dibe bila bibe, rêyên çareseriyê peyda dibin.

Hin swêdî ditirsin ku heger li welatê wan fermana guran rabe, wê derbê li demokrasiya ku keroşk, kûçik, ker , insan û hwd. bi hev re dijî bixîne.  Ew difikirin ku çi kujtin dibe bila bibe, bê exlaqiyê û zilm û zorê bi xwe re tîne; û a herî xerab jî nivşekî zalim diafirîne.

De ka em binerin bê wê çawa bibe!

 

.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)