SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xwepêşandana ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê!

Xwepêşandana ku îro li Stockholmê bi serkêşaya federasyona kurdî pêk hat, ne li gora dilê min bû. Ne bi dilê min bû dibêjim, ji ber ku kurd pir pir kêm hatibûn. Belkî hezar yan jî piçekî zêdeyî hezarî hatibûn. Bi rastî min jî ji vê berîberdanî, sersarî û dilsariya kurdên swêdê fêhm nekir.

Kurdên ku beşdarî xwepêşandanê bûbûn, hema hema hemû jî wek min xwe bi navê kurdî û Kurdistanê û temtêla kurdî girêdabûn. Hemû jî ji dil diqêriyan; hemiyan jî a di dilê xwe de digot û agir li mêtingehkaran dibarandin. Lê kêfa min pir bi jina soran axêv hat ku digot ”erê kaka bo çi Iraq, bo çi ne Kurdistan!! Em e kurd, be çî xwo kêmî erebekan, faris û tirkekan in!…”

Min jî dengê xwe lê rakiribû û digot ”ji PKKekan re bibêje dilekan, canekan, qurbanekan!…”

Têbinî: Ez û lawkê min ê dawî Kurmanc Qaso û Miradov Hamlet

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)