SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!!”

Pêşiyên  me kurdan eha ev gotina  ”Tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!!” ji bo vî  Riza Altun î û hevalên wî gotine.

Bê çiqasî bêedeb in, bêedeb in dibêjim ku heger piçekî ji xwe fedî kiribana wê xwerexneyeke  ku madem dewlet tiştekî ewqasî ”kilêt” bû bidana, îcar çima we ewqas ji bo bidestxistina dewletê kurd dan girtin û kujtin? Erê çima hûn izra xwe ji min , ên wek min ku me mala xwe di rêya PKKê de li ser serxwebûna miletê kurd wêran kir nakin? Tirek û deh tir li cem tirekan wek hev e!

Hûn ên ku nivîsên min dixwînin gelo hûn pê agahdar bûne ku birêvebiriya KCka PKKê di van demên dawiyê de çawa zorî dane teoriya ku bê damezrandina dewleteke kurdî ji bo kurdan çiqasî tiştekî ”nalet, jehr, ziqûm, quzelqurt” û ”provakatîv e!” Ha ha di rojnameyên xwe de dinivîsînin? Û ji bilî wê jî di televizyonên xwe ên ”turk sev”ê de bêwestan dibêjin.

Baş e, gava afirandina dewleta kurdî karekî ”teresane û zalimane be”,  îcar hûn çima dewleta tirkan, ereb û farisan diparêzin?  Dema ku dewleta tirk, ereb û farisan bi pevçûn û li berxwedanan kare bibe demokratîk, îcar hûn çima yekem pevçûn û liberxwedana dewleteke demokratîk ji kurdan re naxwazin, hi?

Bi kurtî, bi haweyê ku her kes fêhm bike, şirûveya dewletê ev e: Dewlet sersermyantî  ye.

Bi zarê kolanê dewlet çî ye? Dewlet wek ku mirov mêrê jina xwe , û bav jî mêrê dêya me be.

Îcar mirov mêrê jina xwe be baş e yan tirk, ereb û faris mêrê jina mirov bin baş e?

Bavê mirov mêrê dêya me be baş e yan tirk, ereb û faris mêrê diya mirov bin baş e? her çi Kurdistane jî dê û jina kurd e.  Ya rebî tu çêkî û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)