SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

AKPê jî ji aliyê xwe ve îman li kurdan çikandiye!

Heger hat û tirk fêrî siyaseta ewrupiyan bûn û ew siyaset bi kar anîn, wey wî çaxî li halê me kurdan be!

Bêhna ewrupiyan ji hew bêhtir fireh e; ew xwe hêrz nakin, bi devlikenî bi mirov re dipeyivin, ji mirov re qenc û xweş lê dixin û hêdî bi hêdî a xwe bi mirov didin qebûl kirin.

Ewrupî bêyî ku bibêje tu ne kurd î, mafê te û xwendina bi kurdî tunye û hwd. di warê kulturî de ji mirov re şahîk û belek dikin û bêyî ku mirov bi xwe hayî bibe mirov dikin wek xwe. Yanî wê ”întegrasyon û asîmlasyon”a ku tirk dikin, ewrupî û nexasim jî swêdî, bêyî ku dev û diranên mirov bipelixînin karê xwe dikin û ji zemên re berdidin.

Ewrupî mîna ku di wêne de jî xuya dike, ala kurdî, yan ala xelkekî din bi ser terempêla polîsên xwe dadikin û bi zarokên wî xelkî, xelkê dikin kole û heyranên xwe. Û rayedarên AKPê jî  li himberî kurdan bi wê siyasetê rabûne.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)