SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Îlana dewleta kurdî” ma heta havîna ku bê!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rayedarên dewleta tirkên ku barzanî, hema hema, ji navikê ve bi xwe ve girêdane, çawa ku destên desthilatdarên başûrê welêt ji Sûriyê kişandin, nehiştin pêşmerge derbasî Binxetê bibin û Binxet bi carekê ve bi dest apoyiyan ve berdan, bi hevrûniştina rêzdar Meshûd Barzanî a çendeyeke berê li Enqerê, vê carê jî bangawaziya dewleteke kurdî ku ewrupîyan, rûsî, çînî, emerîkî û heta ji bilî tirkan, ereb û farisan temamê welatên dinyayê qebûl kiribûn, desteser kirin.

Erê heger bê bîra me hemiyan, Meshûd Barzanî  wek heta çendeyeke berê ku çawa  xwe li îlana dewleteke kurdî şidandibû, wilo jî xwe bi haweyê ku heta pêşmerge jî derbasî Binxetê kiribana li parastina binxetiyan şidandibû. Lê piştî ku Meshûd Barzanî wek eva doh, pêr ku çû Enqerê, her tişt serû binî hev bû û kurdên Binxetê bi tena serê xwe li erdê man. Û bûn nêçîra revok, devlo û pêxwasên çirika binê zemanan!

Îcar wek ku Serok  Mistefa Barzanî , ”Bila bi zilma ereban, û ne bi rehma tirkan be” digot, ez ê jî dîsa bibêjim heta ku kurdên bakurê welêt bi hemû haweyî  ji tirkan dûr nesekinin, û barzanî ji bi kêmanî têkiliyên xwe ên bi tirkan, faris û ereban re bi haweyê dîplomasiya cihûyan bi sînor nekin, wê tirk, ereb û faris li ser koka kurdan rûnin. Lê mala xwedê ava ku dinya ne bi tenê  ji misilmanan pêk tê, li dinyayê cihû jî hene û  li pişt miletê kurd sekinîne;  dewleta kurdî ger barzanî jî li dij bisekinin, wê li başûrê welêt dewleteke kurdî, dûr,nêzîk, îlan bibe. ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)