SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Çeteyên PKKê li Qoserê çima êrîşî binxetiyan kirin?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Rayedarên dewleta tirkên ku di wextekî de, dîsa wek niha temamê siyasetger û  ronakbîrên kurdan xapandibûn, bi Haviz Eshed re li ser bicihkirina Abdullah Ocalan a li Newala Bekayê li hev kiribûn, li aliyê din jî Ocalan wek dijminên xwe ên herî mezin li qelemên cihê cihê dabûn û di dawiyê de kurdên bakurê welêt di pirik û pîsiya binê zemanan de gevizandin, bi dijberiya xwe a li dijî serok û serekên Sûriyê careke din siyasetger û ronakbîrên kurdan û heta hinekî jî ên dinyayê xapandin.

Her kesî digot qey bi rastî rayedarên tirkan li dijî liv û tevgera rayedarên Sûriyê bûn. Lê xuya bû ku ew qîr û qiyamet û çirt û vit hemû li ser serê kurdên Binxetê bû. Rayedarên dewleta tirk û Sûriyê li hev kiribûn ku vê carê jî kurdên Binxetê mîna ên Serxetê ji kurdayetiyê bi dûr xistibana, ew kiribana pîberên dewletê, da asas şikiriya xwe bi erebên Haviz û dewleta wî bianîna. Gelo îro li meydanê ne ew xuya dike? Erê ew xuya dike.

Tirkan ji aliyekî ve bi navê ”çozum sureci”  li rajorên welêt piştî ku hema hema temamê serek merekên PKKê û BDPê her yek bi haweyekî qanih kirin û piçika dengê wan ê kurdî ku hebû jî birîn, vê carê jî berê DAÎŞê bi rajêrî welêt vekirin û kurd mecbûrî ku ji sedî sed ya divabû terefê DAÎŞê û yan jî terefê PYDa PKKê girtibana kirin. Îcar helbet kurdên Binxetê wê terefê PYDê girtibana.

Çeteyên PKKê li Qoserê çima êrîşî binxetiyan kirin?

Êrîşa ku li Qoserê û gelek cihên din li himberî binxetiyan bûye û wê hîn jî pir bibin, hemû li ser banga birêvebirên PKKê û PYDa wê bûne. Birêvebirên PKKê û hemû dezgehên wê di televizyonên xwe de bi dengê herî bilind ji binxetiyan re ha ha dibêjin ”qîma me nayê hûn cih û warên xwe berdin, ji cihê ku hûn bi cih bûne vegerin, hûn venegerin jî bi haweyekî em ê we vegerînin; bibin hevalbend û  eskerên PYDê …” û hwd.

Îcar her çi êrîşên ku hatine kirin û wê hîn pir bênkirin, hemû dewama lihevkirina siyaseta rayedarên tirkan a bi rayedarên Sûriyê  ye.  Ew bi vanêrîşan çi dixwazin?

Ew bii van êrîşan dixwazin binxet û serxetî  bibin dijminên hev, da di dawiyê de di doza kurdî de bişike! Bi van êrîşan helbet wê hin vegerin Binxetê, û gava vegeriyan jî di nav PYDê de tevbigerin! Li Binxetê PYD çendî xurt bibe, kurd jî wê ewqasî ji doza kurdî bi dûr bikevin û entegreyî dewletê bibin!

Bi kurtî, tirkên ku heta bi rehên nav şeqên apoyiyan jî zeft kirine projeya xwe a ”çozum surecî” asas ji bo Binxetê li dar xistine. Ev projeyeke wilo ye ku şexsiyeta binxetiyan jî mîna a serxetiyan bikin ”sîha darê”, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)