SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

De were û cejna wan a Remezanê pîroz bike!!!

Bazdane ser dilê min tev, hemû bi kêr û xincer

Terişandin ceger û dil, ketim bê lept û xeber

 

Weke çem ji min tê elem, jiyanê reş girt qetran

Cîhana min tev de tarî, wiha mame bê doman

Ho Xwedayê dest daye zilm, qey hêsîr in kurd ebed!

Hêsîrî pişka ezel da, Zulcelalê erş û erd!

 

Hezar sal e ku hêsîr im, dev di sêngê de hewar!

Vedixwin xwîna min tev de, xwîn didim ez zêç û zar

 

Min berda ilim bûm welî, nefirîm qada Yezdan

Kanî şêxê min zahîdî, ji dest min çû Kurdistan!

 

Medet ya şahê beşerê te wêran kir Kurdistan

Rak wan lapûşkên bi gemar, kurd jî insan insan

 

Min xwendin hedîs û medîs hayî nebûm li welat

Kurd lorandin bi qesîdan, em xistin pencê zinat

 

Ger hate roja mehşerê, dengê min tê te Xweda

Diçim dadgaha namûsê, ti minet di nav me,d  nema!

 

 

 

 

 

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)