SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di dawiya dawî de li ser koka miletê kurd rûniştin!

Endamên Konseya KCKa PKKa kurdxayin, kurdkuj û kurdqesasên ku di dawiyê de li ser koka miletê kurd bi haweyekî pir lewitî rûniştin, niha jî lê dixebitin ku piştî hilbijartinên serokkomariya dewleta tirkan, hin çekdarên xwe ên ku piraniya wan mêr in bişînin malên wan. Û ew jî bi qeweteke tam çetewarî li cihê xwe bimînin, da kurdê ku dengê kurdayetiyê ji wan derket hema bifetisînin!

Howeh li vê ecêba kesnedîtî ku bi serê kurdan de hat! Haho, em ji ku hatin ku! Berî niha bi sîh salî li bakurê welêt her tişt erê her tişt bi kurdî bû. Ji her derê kuç û kolanên bajar û bajarokên wek Wanê û Nisêbînê dengê ”lolooo” û lêlêêêyan ji hev qut nedibûn.  Di civakê de xeberdana bi tirkî û zewaca bi tirkan re şerm bû. Nexasim gava keçeke kurd bi yekî tirk re zewicîbaya, pir şerm bû!

Rêz û hirmet û ciwanmêrî, qedandinî, alîkarî, dost û hevaltiya ji dil û can hebû.  Têkiliya bi esker û polîsan re wek teresbaviyê dihat bi nav kirin û her kesî  xwe ji wan vedigirt.  Di civatê de cihê bêbext, pêxwas, tolaz û qûnalêsan tunebû. Wey li minê  em ji ku hatin ku!

Haho, di hindurê van sîh salên bihurî de bi vî şerê PKKa ku em kurd hemû xapandibûn, bi bîst hezaran keç û lawên bavan hatin kujtin. Bi sed hezaran kurd hatin girtin. Bi milyonan kurdan cih û warên xwe berdan,  li nav tirkan rezîl û riswa bûn û  li parsê hesilîn.  kerxaneyên tirkan ji keç û jinên kurdan tije bûn! Tirkiyê ji kurdên qehpik, mantoşe, qewad û qepraxan li dev bû! wey li mino em ji ku hatin ku!

Îcar niha ev ewqas wehşeta ku bi destên birêvebirên PKKê bi serê kurdan de het wê ji wan re bimîne ha!! Û îcar wilo ne bi mino û ne bi teyo wê kêfa xwe a belek bikin ha!!

De bigrî, de xweliya temamê welêt bi ser serê xwe dake!  De bimre, wilo rezîl, wek kûçik û toltajiyan bimre, bimre, bimre!….

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)