SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xuyabû bê çima tirkan dewleteke kurdî ”dipejirandin!”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Konebazî û fenbaziya tirkên ku bi sed salan e  serkêşaya temamê zilm û zor û pisiya li Kurdistanê û Rohilata Navîn dikin, di avakirina ”dewleta Iraqa nuh ”de,  careke din derket holê bê çawa dixwazin qira miletê kurd bînin!

Tirkan di van çend salên dawiyê de ”bi kevirekî” ne ”du çûk” gelek çûk kujtin.  Tirkan piştî ku di bakurê welêt de bi kirîn û firotinan, bi tiştik miştikên wek TRT6 û ”pakêtên demokrasiyê”,  bi mal û milk û meqaman kurd kirin çirav û doza kurdî anîn pênc pereyan,  vê carê jî bi haweyekî divabû tifaqa kurdên başûrê welêt ji hev bifeşkilandana, da kurd xwe bi xwe bi hev daketana û dev ji avakirina dewleteke kurdî berdana. Eva han ji serî de dikirin. Ji serî de PDK girtibûn ber xwe û ên din ji xwe dûr giribûn.

Bi rastî jî tirk bi cihû, ingilîz û emerîkiyan re xweş zanin bi satrancê bilîzin. Êrîşa bi ser Mûsilê û bajarên din ên Iraqê de karê ingilîz, cihû û emerîkiyan bû. Çawa ku di demekê de Hemas, Teleban, Elqaîde û hwd. bi destê wan çêbûbû, DAÎŞ jî wan bi sebeba ku Iraq û Sûriyê perçe bikin çêkiribû.  Lê tirkan jî çi kir, ji aliyekî destê xwe dirêjî DAÎŞê kirin û ji aliyê din ve jî di pişt perdeyê de bi farisan re a xwe kirin yek û bi kurdan re mîna Hecîvat û Karagoz lîstin. Tirkên ku hîn ji serî de bi PDK ê re hevalbend bûn bi êrîşên DAÎŞê re berî her kesî gotin ”em bi dewleteke kurdî re ne” ,  baş dizanîbûn ku wê çelq û pelq li nav kurdên başûrê welêt ketibaya; û pêşî jî li nav YNKa ku bi farisan re di têkiliyan de bû. Tirkan bi qasî ku gotin em bi dewleteke kurdî re ne PDK hîn bêhtir nêzîkî xwe û ji aliyê din ve jî YNK ewqasî nêzîktirî farisan kirin. Îcar dema ku ji aliyekî ve PDK  bi tirkan ve û ji aliyê din ve jî YNK û misilmanên kurd bi farisan ve hatin şidandin, dewleta kurdî jî wê tu carî çênebe. Eha meseleya ku tirkan digotin em ne li dijî dewleteke kurdî ne hemû ev bû. Kurd berdan hev û Iraq dîsa bi hev pîne kirin

Erê bi avakirina ”dewleta Iraqa nuh ” tirkan dîsa qezenc kirin. Avakirina dewleta Iraqa nuh têkbirina dewleta kurdî ye.  Lêbelê şer û pevçûna li ser damezrandina dewleta kurdî hîn ne qediyaye. Heger rêzdar Meshûd Barzanî li ser gotina xwe a ”referandûmê” bimîne, wê pêşî barê cihûyan û heta sê pişkên welatên dinyayê ku dixwazin dewleteke kurdî ava bibe, siviktir bike.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)