SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

JI dewleta kurdî daketin qetilama êzîdiyan!!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ka qaşo pêşmergeyan herêma Şingalê, û heta nîvê Mûsilê û derdora  wê jî zeft kiribûn û mal û canê bi sed hezaran êzîdiyan diparaztin!! Va ye ne wilo derket.  Xeberên ku apoyiyan yek alî û bi haweyekî dijminane di derbarê reva pêşmergeyan de digotin li dera han bihêlin, televizyonên barzanî û telebaniyan bi xwe vê êvarê pişt rast kirin ku Şingal ketiye destê El bêbavên erebên DAÎŞê, her derê Şingalê bûye gola xwînê, bi gora Şêx Şerafedîn re temamê gorên êzîdiyan bombe bûne,  bi sed hezaran êzîdî bi çol û çiyan ketine,  800 malbat gihane Duhokê û her wekî din! Û li aliyê din Mîrê êzidiyan ê herî mezin Mîr Tahsîn di televizyona  Rûdawê de bi qîr û halan daxwaza hewarê li temamê kurdên dinyayê  û Yekitiya Miletan kir!

Nûnerê Yekitiya Miletan ê li Iraqê got heger bi haweyekî pir lezgîn Şingal ji destê DAÎŞê dernekeve, DAÎŞa ku dest bi qetilama êzîdiyan kiriye wê kinêsa êzîdiyan vemirîne…

Haho! Ev çawa kurdayetîbû! Ev çi bêbextîbûn! Di roja ku DAÎŞê Mûsil zeft kiribû êzîdiyan jî amadekariya xwe û revê kiribûn, lê barzaniyan nehiştin û bi telaqê jinberdanê ji wan re sûnd xwarin ku ew ê êzîdiya biparêzin. Îcar ka parastin? Kurd hemû qaşo li bendîbûn ku Barzanî îlana dewleta kurdî kiribaya û her kes jê re çûbana sicûdê! Lê va ye ne wilo derket, derket ku dek û dolabên desthilatdarên kurdên başûrê welêt ên bi tirkan, ereb û farisan re hemû li ser serê êzîdiyên jar û hejar û bêkes bû!  Ferman e, talan e, wêran e haho haho!!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)