SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Barzanî û talabaniyan çima bêbextî bi êzîdiyan re kirin?

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Barzanî û talabaniyên ku bi kujtina Seddam Hisên re, di ber mal û milkê dinyayê de serxwebûn û azadiya başûrê Kurdistanê paşguh kirin, berê miletê kurd bi zinar û xiraman vekirin,  xwe berdan ser rêyên zift û qîr kirî û bi dû baholên dolaran de beziyan, careke din bêbextî bi miletê kurd re kirin û êzîdiyên jar û hejar di golên xwînê de gevizandin! Ji wan re dibêjim bêbextî bi miletê kurd re kirin, heger a wan ne bêbextîba, roja ku DAÎŞê girtibû ser Mûsilê, bi sed hezaran êzîdiyên ku ji bo reva ber bi rajorî welêt ve  xwe dabûn ser hev , barzanî û talabaniyan bi sûnda herî mezin ji wan re sûnd xwaribûn ku bi zir qeweteke pêşmergeyan ew ê wan biparaztana, sekinandibûn.  Lêbelê şêx  û rihsipiyên êzîdiyên ku gelek caran bêbextî  ji destên wan dîtibûn,  bi sebeba ku xelkê xwe bi çek bikin bi qeflan berê xwe dan Hewlêrê, serî li parlamentoyê, Meshûd Barzanî û ên di tayê wî de dan. Lê mixabin ji ber ku ji serî de her tişt plan kirîbû şêx û rihsipî hemû destvala vegeriyan. Û heta ji xwe hin ji wan bêyî ku karbidest û fermandaran bibînin, pişta stuyê xwe xurandin, çûn mala xwe  û li bendî qedera kêra DAÎŞA li ser stuyê xwe wilo bêkes û kûs man û hey man!

Erê, îro Şingal digrî û dinale!

Li Şingalê dê weledê xwe avêtiye û ha ha ji ber misilmanên zalim direvin, da nav şeqê wan talan nebe! Bi sedan zarokên di pêçekan de ji têhna ziwa bûn û di sênga dayikên xwe de fetisîn! Bi hezaran zarok bê nav û av, di vê qijqija germa havînê de bê cil û berg û pêlav bi çol û çiyan ketine! Û ew  kortikên çavên xatûnên Şingala ku bûbû dergûşa welatê min, ji ax û keser û hêsiran mîna newalan kûr çûne!

Li Şingalê xwîn dibare!

Dê dizûrin, zarok dgrîn, bav dikin hewar hewar û pîr û kal jî bi ser birîn û êşa hinavên xwe de tewiyane! Ji her derê bin erd û ser erdê bêhna xwînê,  dengê kûze kûz û nalînan tê! Ax hewar û sed hewar!….

Erê, birêvebirên PDKê û YNKa ku hin tirkmen û eşîrên ereban bi çek û li êzîdiyan jî çek qedexe kirin di şexsê êzîdiyan de ji bo çi û li ser çi miletê kurd ji paş ve dan ber kêr û xinceran?

Çend tişt hene, lê ji wan çend tiştan tiştê herî mezin bidestxistina euro û dolaran bû. Birêvebiran baş dizanîbûn ku gava pêşmergeyên xwe ji  Şingalê vekişînin wê ewrupî û emerîkî qebûl nekin; û ew ê jî wî çaxî bi hêsanî  tunebûna silehên giran, xwarin û vexwarin û mesrefa pêşmergeyan bikin mercê nebe nabe, û milyar euro û dolaran bikişînin Hewlêra xwe!  Bi rastî wek ku ez di mijara ku PKK wê tu carî bi jêr û jora xwe, yanî ser û gewdeyê teslîm nebaya û bi qasî ku li dijî dewleteke kurdî bisekine nebaya cehş weritîm,  di mijara li ser kurdayetiya  serekên PDKê û YNKê de jî wilo weritîme. Ez tu carî lê nefikirîbûm ku wê serekên PDKê û YNKê di ber pereyan de zir xelkekî me î kevnare li ser kurfê zikê xwe bifrotana!  Nalet li wilo bê, û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)