SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mîr Tahsîn jî got: ”pêşmergeyan xiyanet bi êzîdiyan re kir!”

Mîrê êzîdiyên Şingalê û temamê dinyayê Mîr Tahsîn di televizyona Rûdawê de bi haweyekî zindî,  îro seet di 22:15 ên şevê de wilo peyivî:

”Pêşmergeyên ku ji bona paraztina xelkê me ê êzîdî hatibûn Şingalê xelk bi tena serê xwe hiştin û ji ber çekdarên DAÎŞê reviyan. Pêşmergeyan xiyanet bi me re kirin. Helbet ew reva pêşmergeyan ne li ser gotina cenabê serok Meshûd Barzanî bûye….

Xelkê me pir şerpeze bûye. Rojê 50-60 kes ji birçî û tînan dimrin. Ev qetilameke wek a salên 1974an bi serê me de hatiye….”

Û li aliyê din îro Meshûd Barzanî jî bi xwe got ku em ê hesab ji wan pêşmergeyên ku reviyane bistînin.

Îcar bi rastî min bi xwe ji wan kesên ku ha ha di malperan û fecbokan de, ji dêvla ku alîkariya xelkê xwe ên êzîdî bikin û binivîsînin ku pêşmergeyan xerab kirine, pêşmergeyan bi reva xwe xiyanet bi xelkê xw ere kiriye û hwd. zimanê xwe dirêjî kesên ku asas rastiya bûyeran dibêjin dikin, û mîna ku pêşmerge hîç nereviyane bi qehremaniyê pêşmergeyan  dibin ber perê ezmanan. Helbet pêşmergê me qehreman in, qehreman bûn. 50-60 salî şeref û namûsa beşekî welatê xwe bi xwîna xwe paraztiye. Dinya hejandin! Lê ez bi xulam, ew qehreman ne ev pêşmerge bûn. Em behsa ên li Şingalê dikin. Ev artîst bûn, artîst. Ên ku li ber kamereyan poz didan.  Erê, rastiyê bibêjin da pêşmerge û fermandarên wan li ber xwe bikevin, ji ber xwe fedî bikin û li xelkê xwe xwedî derkevin. Ma qey hûn jî dixwazin qira êzîdiyan bê, hi!! Ya rebî tu wan hedayet bikî û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)