SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di xwepêşandanê de êzîdî bi tenê bûn!!!

Xwepêşandana ku êzîdiyan li bajarê Silêmaniyê li dijî reva pêşmergeyan û wehşeta ku bi dû wê reva revî de çekdarên DAÎŞê bi serê xelkê de anîbûn li dar xistibûn, ji ometa misilmanên xelkê kurd kesek beşdar ne bûbû. Xwepêşandana ku ji sed-du sed xort û mêrên êzîdî li Silêmaniyê û derdora wê kar dikirin pêk hatibû, bi qîr û  hewar,  girî, zûr û berzûran di kuç û kolanên bajêr de li derdora du seet û tiştekî dom kir.  Bi vê xwepêşandanê jî mabe, pir vekirî xuya kiriye ku xelkê me ê misilman, xelkê me ê êzîdî perçeyekî  xwe nabîne û ew wek”neûzûbillah”ê li qelemê xistiye!  Islama wan bi qasî ku misilmanên tirk, ereb û faris li pêş çavên temamê dinyayê bazdin ser keç û jinên êzîdiyan û zêç û zarên wan di çiyan werbikin ew çavkwîrî kirine.

 Ev xelk wilo ye, lê ronakbîr û qelemşûrên vî xelkî jî li himberî êzîdiyan hema hema wilo ne. Wilo ne dibêjim ji ber ku li her derê dinyayê eskerê dema ku ji şer reviya mehkeme dibe. Û mehkemekirina eskerên ku di kozikan de di hingama şer de teslîm bûbe yan bireve tiştek, eskerên bêyî ku şer bikin û birevin tiştekî din û eskerê nola pêşmergeyan ku xelk teslîmî wan bûbin pir tiştekî din e.  Di kultura kurdan, misilman, xiristiyan û cihûyan de kesên gava ku zêc û zarên li ber bayê êrîş û halanan dijîn teslîmî wan bû, di meydana şer  de bi tenê bihêlin û birevin ”bêşerefîye! Û cezayê wê idam e! Lê mixabin, çend kes ne tê de, hema hema temamê ronakbîr û nivîskarên me bêdeng man, û ên ku dengê xwe kirin jî, qehremaniya pêşmergeyên ku 50-60 sal bûn bi xwîna xwe şeref û namûsa kurdên başûrê welêt paraztibûn û çend qeflên pêşmergeyên ku mîna artîstan li Şingalê xwe didan ber kamereyan  têkil hev kirin û bêşerefiya qefla pêşmergeyên revoke bi pesindanên qehremaniyê birin ber perên ezmanan!

Erê ew çawa ûjdane ku wê hin dê û jin û keçên xelkê ji pencên zaliman re berdin û birevin, û hin ji me jî em ê wê bêşerefiyê binpaç bikin, û bi ser de jî bêşerefiyê bipesinînin, ha!  Gelo a rast ne ew  bû ku me hemiyan bi hev re kirasê xwe biçiranda û xwîn bi xwe ve bidîta! Kirasê xwe biçiranda û xwîn bi xwe ve bidîta da bi wê bêşerefiya mezin tu  pêşmergeyên din raneba!

Min jî pêşmergayetî kiriye. Pêşmergayetî ne wilo bû. Sê-çar pêşmergeyên barzaniyan di îlona sala 1980î de gava li Tirkiyê cûnta hatibû ser hikim û li her derê Kurdistanê agir dibariya, xwe li nav êgir xistin, hatin bi hewara min ve û min rakirin başûrê welêt. Yanî dibêjim barzaniyan ez ji nav  êgir xelas kirime. barzanî qehreman bûn. Lê ew tiştek e û eva ku van pêşmergeyên revoke kirine tiştekî din e!

Tu wehşet ji eva ku li pêş çavên bav û birayan hin bazdin ser dê, keç û jina mirov mezin tir tuneye! Tu wehşet ji eva ku li pêş çavên dê, jin û keçan bav û biran bên kujtin û tecawzizî dê, jin û keçan bibe mezintir tune! Erê, tiştê ku li Şingalê rûdaye ne tiştekî bi qisûr û xete ye, sûcdariyeke pir pir mezin e, û ew sûcdar bê vir de û wir de divê mehkeme bibin.

Gotina dawî:

Ez ê vê xebera xwe a dawî jî ji xwendevanên xwe re bibêjim.  Li Şingalê ji ber ku wehşet ewqasî mezin bûye, Meshûd Barzanî  bi sebeba ku hin birêvebirên PDKê, pêşmergeyan û fermandarên  wan protesto bike, bi xwe daye pêşiya pêşmergeyan û di çiyayê Şingalê de di şer de ye. Ez di wê bahweriyê de me ku cenabê Meshûd Barzanî bi vê hewla xwe a kurdan e , eha îro dawiyê li vê wehşata teres lawên teresên ereb bîne, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)