SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li Şingalê bi namûsa êzîdiyan re namûsa miletê kurd kirin pênc pere!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Ji roja ku li ser fermana hin desthilatdarên başûrê welêt komên pêşmergeyên ku li Şingalê û derdora wê ji bo paraztina zêc û zarên êzîdiyan bi cih bûbûn û bi êrîşa DAÎŞê re bêyî ku li paş xwe binerin bê wê erebên teres çi wehşet bi serê xelkê me ê êzîdî bianîna, mîna keroşk û tajiyan reviyan, bi sedan xort û mêrên êzîdî bi wehşeteke kesnedîtî hatine kujtin û bi sedan dê û jin û keçên êzîdiyan bi nav ereban de hatine revandin!

Li gora xeberdanên telefonên êzîdiyên ku bi çiyan ve hilperikîne û hinekî jî televizyonên PDKê û YNKê, heta  îro hîn jî xwarin û vexwarin negihaye bi hezaran êzîdiyên jar û hejar û bêkes û bêxwedî!

Rewş ji xerabê jî pir û pir xerabtir e!  Zêdeyî sed zarokî ji tî û birçîna mirine, her kes ji qiram ketiye û dinale!

Êrê de ka bibêjin min bê wê kîjan mehkeme karibe van birînên ku hin desthilatdarên başûrê welêt di ber bidestxistina dolaran de li ser navê ”alîkariya çek û cebilxaneyan” di canê vî xelkekê me ê  ewqasî mezin û kevin ku ji roja erş û erd û kayinat afiriye heye bikewîne, ax hewaaaar!

Nûçe

Şirove

One Response to “Li Şingalê bi namûsa êzîdiyan re namûsa miletê kurd kirin pênc pere!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)