SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Xezeba dewleta kurdî li êzîdiyan barî!

Çiqasî bi wir de diçe ruyê desthilatdarên başûrê welêt hîn bêhtir xuya dibe!

Rêzdar Meshûd Barzanî divê bi miletê kurd bide zanîn bê çima pêşmergeyên xwe ên ku li derdora 2000î di herêma Şingalê de bi cih kiribûn, xelk bi tena serê xwe hiştine û vekişandine.  Û niha jî bi amadekariyeke mezin li şînwaran vedigerin û bi zalimên misilmên re di şer de ne?  Miletê kurd  û ronakbîrên wî ne ewqasî xeşîmin ku vê zir vekişîna pêşmergeyan a li ser gotina serfermandarekî, duduyan ê pêşmergeyan qebûl bikin. Pêşmergayetî, serfermandarî  çî û ne çî ye, qeweta serekên PDKê a li ser pêşmergeyan çi qasî mezin e, ji her kesî bêhtir êzîdî û ên ku pêşmergayetî kirine baş baş dizanin.  Di tu tarîxa şerê barzaniyan de tu qeflên pêşmergeyan bêyî serfermandaran, û serfermandar jî bêyî serekên PDKê ji şeran nereviyane.  Ma mêrga Ehmedê ye ku pêşmerge çawa bixwaze wilo lê bide, hi!

Pêşmergayetî dergeh û asîgeha qehremaniya miletê me ye.  Bi tu şêweyî nabe ku pêşmerge di bin vê tometa darî çav de bimînin û dîsa karibe ji dil û can şer bike! Bi vê reva pêşmergeyan ne bi tenê şerefa miletê kurd, şerefa wê zir qehremaniya ku pêşmergeyan di Çiyayê Zozik, Çiyayê Barzan û hwd. kiribûn jî bin pê bûye!

Ji bo çi ev qetilama êzîdiyan?

Îcar ev çi hitobozên ku ji Çiyayê Qendîlê çekdarên KCKê di ser Hewlêrê re derbasî Duhok û Zaxoyê dikin û ji wir jî çekdar  ber bi Şingalê ve diçin?

Erê, heger mesele hemû li ser ku temamê Şingal û Binxet bi ser başûrê welêt vebe û hema pê re jî dewleteke kurdî îlan bibe, hêjayî vê qetilamê bû gelo! Ew çi siyaseteke bi qirêj û ew çawa ûjdan e!

Lê heger hat û piştî vê qetilamê jî dewleta kurdî îlan nebû û başûrê welêt û roavayê welêt bi ser hev ve nehat girêdan, mirov wê lê bifikire û bibêje desthilatdarên me ên başûrê welêt êzîdî firotin! Lê ji bo çi firotin? Bila ew jî bimîne careke din, niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)