SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKK bi qetilama êzîdiyan pir bilind bûye!!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di van herdu mehên dawiyê de li bakur û roavayê welêt min dît ku bi qetilama êzîdiyan PKK ji hew bêhtir xurt û PDK jî ji hew bêhtir nizim bûye! Di çavên xelkê de PDK, barzanî û desthilatdariya başûrê welêt bi carekê ve  ketiye. Xelk ji wan xwîn vedirşe! Û gerîlayên PKKa ku bi miletê kurd re xiyaneta herî mezin kiribûn jî, yanî şeref û namûsa xalkê bakurê welêt yekser  bi dest mehmetçîkan ve berdabûn, revî revî xwe li başûrê welêt girtibûn û xwe di qul û qulêr, şikeft û berqef û qelş û rizdên zinaran de veşartibûn, îro li bakurê welêt wek xelaskarên êzîdiyan hatine naskirin û bûne qehremanên herî mezin!

Ji bilî masmedya apoyiyan jî, herwiha di hingama qetilamê de xelkê bi sedan çekdarên KCKa ku bi hutubos û terempêlên eskerî  ro li nîvro ji Qendîlê di nav Hewlêrê, Duhok û Zaxoyê re çawa derbasî Binxetê bûbûn dîtibû. Li ber çavên xelkê çekdarên KCKê êrîşî Daîşên teres kiribûn, xwe dabûn kujtin û zêc û zarên êzîdiyan parastibûn.  Heger bi deh hezaran êzîdiyên ku îro li bakur û roavayê welêt di kampan de di nav sefaletê de dijîn hîn jî li jiyanê bin, ev hemû bi saya serê çekdarên KCKê ne. Herin wan kampan û li êzîdiyan guhdarî bikin!

Erê, her bi devê kîjan emperyalîst û cehşê herî mezin bûbe jî bila bûbe, miletê kurd deyndarê wê alîkarî û qehremaniya çekdarên KCKa PKKê ne.  Eferim, bijî!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)