SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Binxet Kurdistan e û doza Kurdistanê jî ketiye destê emerîkiyan!

Bi rastî carina mirov ji destê vê kîn û buxza mixalefeta li dijî PKKa  OCalan û peydûkên wî ên ku xwîn arastine hinavên kurdayetiyê, kirasê xwe biçirînê û xwas bide nav stiriyan jî heqê mirov e! Ev mixalefet nabîne ku emerîkî li başûrê welêt bi cih bûne, Kerkûk bi carekê ve û heta lê dixebitin ku Mûsilê jî teslîmî kurdan bikin; nabîne ku kurd bi qeweta emerîkiyan li Iraqê çendî xurt bûne û heta hema hema her tişt li gora dilê kurdan bi dawî dibe;

nabîne ku emerîkiyan pêşmerge û çekdarên PKKê li vir û wir têkilî nav hev kirine, li Şingalê heşkere û ji Efrîn û Kobanê heta ku digihê başûrê welêt sînor bi carekê ve xistine destê pêşmerge û çekdarên PKKê; nabîne ku emerîkî ne li îdeolojî, paşverû û pêşverûtiya birêvebirên PKKê, li hêza wan a eskerî dinerin, hêz kurd be bes e, û sibehê çawa bixwazin li gora xwe wê serîyekî ji PKKê derxin.  Heger hat û qed nebe, wî çaxî jî, wek ku di sala 2004an de li ser daxwaza tirkan bi destê barzaniyan PKK perçe kirin, wê PKKyeke ku bi PDKê re li hev bike derxînin holê.

Erê, ev mixalefeta ku ji destê kurdfiroşî û xwefiroşiya Konseya KCKa Ocalan aqilê xwe berdaye, bi qasî vê Konseya ku li bakurê welêt kurd û kurdayetî li qedexekirina araqê, di mizgeftan de  ji bo berdana Ocalan li zûr û berzûran, due, waz, selewat û tekbîran, xêlî, bûk û berbûkan, bi tir û vir û çiriniya qorneyên terektor, tankêr,  kamyon û terempêlên ecêb” bijî Serok Apo!”, teeziyên şehîdan”, selameta ”îhaleyan”, baca pereyên şivan û koçeran û hwd.  sekinandiye, di tevgera xwe a neteweyî de sûcdar nebe jî pir sûcdar e! Di devê wê de bi tenê maye dijminahiya bi PKKê re û hew!

Bi kurtî, hişê xwe werînin serê xwe,  bi hemû haweyî li dijî qetilama kurdên Binxetê bisekinin û destekê bidin YPGê. Tişt ji tiştan mezintir hene. Zilma Xwedê mezin e, lê a misilmanan ji a Xwedê jî meznintir e,  ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)