SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Di binê kodika kurdayetiya bakurê welêt de bang dan!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Wek ku pêşiyên me gotine ”mirov çiqasî bibêje dîsa jî dîtin û gotin nabe wek hev!”

Îcar di eslê xwe d, li bakurê welêt  kurdfiroşî, xwefiroşî û bêşexsiyeta ku ji aliyekî ve bi destên serek û serkêşên PKKê û solalêsên wan û ji aliyê din ve jî bi destên AKPê û temamê gelş û melşên islamî ji hew bêhtir mezin bûye, ne tiştekî ku ez ê ne li bendebama.  Ma ne ji xwe, dema ku mirov bi jina xwe re bi haweyê tirkî kişiyabe nav livînan û bi zarê tirkî xwe dadabe hev,  wî çaxî jî wê ji mirov mîna misilmanên ku li ser mezhebê Henîfî  di mizgeftan de li ser sicadê û di hizûra Xwedê û pêxember de him tirên xwe û him jî limêja xwe dikirin,  bi tirkî zarok biketana.  Hûn dibînin bê çiqasî xweş  ne! Him tirên xwe bike û him limêja xwe bike. Sedî sed wê misilmaniya bi fis û tir û û seksa bi tirkî  li ba gelek kurdên me ên ku bûne Henîfî  û bi trkî bi dê û jinên xw ere dipeyivin,  hêsan û xweş be ku heta bi mezheb û rengê ramûsanên xwe guhertine. Li bakurê welêt kurd ha ha dibin henîfî . Û zimanê kurdî jî hema hema nemaye.

Birêvebirên PKKê li bakurê welêt  tiştekî , erê tiştekî ku girêdayî doza kurdî mabe û mirov karibe li ser bipeyive nehiştine!  Doza kurdî li kar û barên belediyan, xwepêşandanên li ser sînor û peykerên çekdarên xwe ên ku piraniya wan jî bi destên wan hatine kujtin, li civînên jinan ên li ser mêran, li bêşa gerîla”, li berdana ”Serok Apo” û jehr û ziqûm û quzelqurtan sekinandine! Îcar a herî xerab jî ku nivşê niha van hemiyan wek karê kurdayetiyê dizanin û  xwe li ser van tiştikikên ku tu tiştî wan û kurdayetiyê bi hev re tuneye didin kujtin!

Bi rastî jî, vê Konseya PKKa Ocalanê pîberê neyaran kurdayetî li me hemiyan pir û pir biha kir!  Îro li bakurê welêt ji kurdayetiyê bêqîmettir tiştek nemaye. Dema mirov behsa dewleteke kurdî, Kurdistaneke serbixwe, Otonomiyeke kurdî, rakirina sînoran, resmiyeta zimanê kurdî dike, civat bi mirov dikene!  Vê Konseya kurdqesas tirk û dewleta tirkan bi kurdan pir şêrîn kiriye, niha ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)