SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî ketiye ber mirinê!

Ji aliyekî ve tirkan û ji aliyê din ve jî apoyiyan bi hemû haweyî a xwe li doza kurdî û zimanê kurdî kirine yek û li hemû tiştên bi navê kurdayetiyê teng kirine! Tirk ji bo ku kurdan ji hev belawela bikin û wan bikin hezar û yek perçe, bêyî ku bi qasî serê derziyê li namûs û şerefa xwe, li qaşo edeba islama xwe a bahwermend (ihtîqadî) û li reng û dengê mirovahiya xwe  bifikirin xwe dadane kurdan û hemû tiştên bi kurdî û ha ha vî û wî û wê dikirin! Teslîmiyetê aqil ji serê kurdan revandiye, her kes ketiye tolaqa zikê xwe û xwefiroşî bûye bihayê gezeke nan.

Kurd tî û birçî û tazî ne. Li Binxetê zarok ji niyazan dimrin. Dê û bav birçî radizên. Li Serxetê her der tije parsek, bêjî, sêwî, seqet û nexweş bûne û yek jî bi kurdî nizane. Keç û jinên kurdan li welêt ji destê xizaniyê xwe bi tirkî difroşin. Qeprax, qewad, gewende, mantoşe, pêzeveng û pêxawsên tirkan hemû bûne kurd û hemû jî mîna siyasetgerên kurdan bi tirkî dipeyivin! Ziman bi lez û bez winda dibe!

Li Nisêbînê û Cizîrê, qamîşlokî û efrînî bi tirk bi botî, omerî û toriyan re dipeyivin; waweylêêê bê çiqasî pîs bûne! Botî, torî, omerî û tirkî, ha!! Navê vê eva ku mirov ji ber zimanê bav û kalên xwe fedî bike, bi piçûk û mezinan re bi tirkî bipeyive bêşexsiyetî, xwefiroşî û bêşerefî ye! Kurdê ku zarokên wî bi kurdî nizanibin dijminê riknê miletê kurd e. Aha xayinên herî mezin ew in!
Ziman biçe kultura kurdî jî bi carekê ve diçe. Kultur biçe, kurd diqedin û Kurdistana ku wê bi soriyan mabaya jî ji hilo radibe. Yanî êdî em ê li ser goristanan bi tirkî nifiran û duan bikin; em ê mîna bi deh hezaran keç û jinên serhedî, diyarbekirî û herwekî din çîrokên kurdî bi tirkî ji zarokan re bibêjin û wan bilorînin. Em ê terawîhan jî bi tirkî bikin. Yanî em ê bi tirkî bi Xwedê û resûlê wî ê ekrem re bipeyivin. Em ê bi tirkî xeberan ji hev re bidin, bi tirkî bazdin ser hev, bi qepera hev bigrin, xwe di hev werkin, bi haweyê tirkî bi vir û wir de belav bikin û di xwe de bidin. Û bi rengê tirkî li keran, bergîl û qantiran siwarên û serkulan bidin hev. Ya rebî tu çêkî. Lê çêkirina çi, ew jî ji wan e. ”Ew hemû qedera kurda ye!” Û afirînerê qederê jî ya Reb bi xwe misilman! Îcar wê çawa çêke, hi!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)