SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Serhildana li Kobanê planên tirkan ên li ser Hewlêrê dîsa pûç kir!

Wek tê zanîn, di şerê Iraqa Sedêm de piştî ku tirk fik bûn û hema pê re jî bi rêya bazirganiyê xwe gihandin hin  serkêşên PDKê û li wan deran çong berdan erdê,  vê carê jî bi asas a ku divabû bikirana rabûn û bi hemû haweyî  lê xebitîn bê ka wê çawa desthilatdariya başûrê welêt ji holê rakiribana. Ji aliyekî ve bi kevçî dan wan û ji aliyê din ve jî bi heskê ji wan stendin û di warê aborî de hemû ji navikê ve bi xwe ve girêdan.  Ew karekî pir xerab bû! Em îro bi miletê êş û qolincên wê bazirganiyê dikişînin. Qetilama Şingalê û şerê li Kobanê dûmahîka wê bazirganiyê ye. Îcar heger têkiliyên desthilatdarên me, piştî wêqas dijminahiya ku rayedarên AKPê  pêşî bi wan û dû re jî bi temamê Kurdistanê re kiribûn heşkere heşkere derketibe holê û desthilatdarên me hîn jî bi haweyê ku tiştek neqewimîye bi wan re di gevzekan de bin, ev hemû ji ber wê bazirganiya mizeloqî bû.

Mixabin, û çi fêde, desthilatdarên me ên başûrê welêt hîn jî li rayedarên AKPa ku di warê siyasî de hestiyê pişta DAÎŞê bûn û li Kobanê bi Hewlêrê re di şer de ne, hayî ne bûne!

Erê, wek ku me ji roja roj de jî gotibû, wê  liberxwedana li Kobanê neşike. Emerîkî nahêlin.  Planê emerîkiyan ji tiştên ku li darî çav xuya dikin pir mezintir e. Di wî palanî de Kobanê bi ser Hewlêrê ve hatiye girêdan.  Emerîkî nahêlin ku li Kobanê  deng ji cengawerên kurdan bibile. Lê ev jî heya, heger hat û  emerîkiyan ji bo çend rojekî  xweztin ku Kobanê têkeve destê wehşên misilmanan, ev ê hemû ji bo ku PKKê bikin du perçe, li temamê PKKan sersmyaniyê bikin, PKKê piçekî bikin kurd, PKKê bînin ser curnê PDKê,  rê li ber çavsoriyên PKKê ên li ser kurdan bigirin û hwd.

Erê bi çi haweyî dibe bila bibe, pêşmerge divê derbasî Binxetê bibin. Helwesteke bi vî rengî pêşî wê barzanî û dû re jî  miletê kurd  pê mezin bibe, ewqas!

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)