SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Vê carê jî dora şer û pevçûna PKKa Îranê ye!!

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Tîra rayedarên dewleta tirkên ku li himberî  kurdên welêt û her derê kayinatê bi temamê pêxwasî û cambaziya dinyayê rabûbûn,  bi serhildana li Kobanê û şer û pevçûnên li bakurê welêt ku di bin destên rayedarên dewleta Îranê re li hev diqulipin, careke din li tehtê ket.   Wan wilo bahwerî pê anîbûn ku ji birêz Abdullah Ocalanê kurdfiroş pê ve di PKKê de ser û sekeh nema bûn.  Lêbelê wan ser û sekehan bi serhildanên kurdên xwe ên bakurê welêt wilo peyitandin ku bê çiqasî ji Ocalan xurttir, bi hêztir û solalêstirên neyaran e.

Erê, Melayên Îranê, mixabin bi van şer û pevçûnên ku bi destên PKKê li bakurê welêt rû dane hinera xwe pêş tirkan kirine û ji tirkan xweztine ku di helwesta xwe a li himberî  Sûriyê de hinekî hedê xwe bizanibin.

Îcar gelo di van şer û pevçûnan de wê fêda miletê kurd çi be?  Li gora min îro darî çav fêda ku wê bibe, PKKa Binxetê diafire û hêdî bi hêdî wê Ocalan wek gavanê golikan bimîne, niha ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)