SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PKK, PDK, YNK û xiyanet!

PDK û YNKa ku her tim kurdên hersê perçeyên welêt di elema kwînêrên xwe de mîna sabûna kizwanan bi kar dianîn û li her çar perçeyên welêt li dijî sazkirina rêxistinên tekoşer bûbûn kelem, di dorpêçkirina Kobanê de mixabin hîn jî roleke xerab dilîzin.

 

Xiyanet çî ye?

Xiyaneta  ew e ku mirov wek kurd di rojên man û nemanan de yek, bi hevkarî û alîkariya xelkê xwe ranebe, dudu bi mêtingehkaran re rabe û berê xwe bi kurdan veke, yan jî berê xwe ji kurdan biguhere! Kîjan û çi şikil kurd dibe bila bibe ferq nake. Îcar dema ku bi vî rengî me li mijarê nerî, wê gavê jî bi hêsanî wê mirov karibe bibêje ku PKK her çiqasî xerab û teriqî be jî ew xerab û teriqya me ye û ne ji heqê tu kurdî ye ku digel qesasên serê miletê kurd bi hevkariya li dijî PKKê rabe. Helbet PKKê her tim ên ji xwe û ne ji xwe mecbûrî a xerab kirine û ji serî de li dijî rêxistinên kurdan û kurdperweran, xerabî wek prensîpekî hilbijartiye. Li Zindana Diyarbekirê mirovên liberxwedanê ji her tiştê herî bi qîmetir ji her kesî re lazim bûn û digel wî haweyî PKKiyan dîsa jî ez û çend hevalên min em bi sebeba ku me çima xwe rexne nedikir û ji xwe re nedigot “em ji sikakê hatine vir, em bê edeb bûn, em kuçuk burjuwazî bûn, (bi kurdiya wê yanî wek ku mirov bibêje ez qûnek bûm), ez bê şeref bûm” û hwd. li derdora sê salan em di hindurê zindanê de zindan kirin. Lê ez jî tu carî nehatim ser îmana wan, min çavên xwe ne ji çavsoriya wan û ne jî ji zilma deshilatdariya mehmetçîkên misilmanên barbar re qurmiçandin. Min bi qasî ku min dikarîbû şerefa xwe li dijî herdu zaliman jî parazt. Doza kurd agir e. Divê mirov qîma xwe bi şewatê û hemû êş û merezan bîne. Ji xwe ji ber wê qîmanînê ye ku PKK hîn jî a herî xurt e û dikare devê me hemiyan biçirîne. Rêxistinên kurdan hetanî ku qîma xwe bi girtin, kujtin û malwêraniyê neynin wê tu carî sênga gewr û boz nebînin!…
Serokatiya PKKê ne ji me ye. Yanî kurdxayin e. Destê wê serokatiyê hema hema bi xwîna temamê rêxistinên kurdan bûye. Ew serokatî bûye hevalbendê farisan, tirkan, basiyan û li herçar perçeyan çira gelek malbatên kurdan vemirandiye. Konseya PKKê, bi taybetî ji girtina Ocalan û vir ve bi hemû haweyî xwe daye ser rêya xiyanetê û bi milyonan kurdên bakurê welêt di destên tirkên zalim de hîç û pûç kirine. PKKa ku dikarîbû Tirkiyê li erdê sekinandibaya îro bûye sembola rev û teslîmiyetê; PKK li himberî mehmetçîkan pisîk û li himberî kurdperweran şêr e; PKKa ku ji serxwebûn û azadiyê bi rê ketibû û îro jî li “xişxişê” sekiniye, em hemû xapandine. Lêbelê ev hemû dîsa jî wî heqî nade PDKê û YNKê ku kurdên Binxetê bi agirê PKKê bişewitînin û alîkariyeke kurdane bi Kobana ku îro ji bal temamê dinyayê ve wek asîgeha miletê kurd hatiye zanîn nekin.

Helbet mafê PDKê û YNKê ye ku serê xwe li ser PKKê neşikînin!
Şerê PKKê û tirkan şerekî derewîn û kurdxapîn e. Şerê PKKê ne li ser kurdayetiyê ye ku PDK û YNK jî xwe bidin tengala wê û bi tirkan re şer û pevçûnê bikin. Lê şerê ku îro li Kobanê qewimîye ji şerê PKKê derketiye û bûye şerê miletê kurd. Nabe ku PDK û YNK vê yekê nebînin û serê xwe li ser Kobanê neşikînin, ewqas.

 

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)