SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Demokrasiya tirkan û aqilê me û civata PKKiyan!

Tişt bi tiştan dijî û dibe tiştek; tişt tune bin, tişt ne tiştek e. Û her çi ”demokrasî” ye jî tiştek e. Ew tiştekî wilo ye ku koka wê di qelş û herxên zemên re derbasî avtêzana tarîxê bûye. Mirov kultur afirand û kulturê jî mirov kir mirov. Û demokrasî jî kultura pevçûn û liberxwedana mirovahiyê ye. Eha tam di vir de, îcar gelo alema islamê bi kultura ku afirand çiqasî bû mirov? Mirovahî kultureke gelêrî ye û ereb, tirk û farisên misilman çiqasî bûn warisê vê kulturê?


Demokrasî peyveke hevdudanî ye; ji peyva ”demos” û ”kratî” pêk hatiye. Li Yûnana kevin ”demos” xelk û ”kratî” jî desthilatdarî bû. Li wê herêma çend hezar sal berê, xelk car carê beşdarî nav kar û barên desthilatdariyê dibû. Lêbelê li Rohilatanavîn, ne di tarîxa emewiyan, ebasî û osmaniyan de û ne jî di temamê tarîxa islamê de, xelk beşdarî nav kar û barên desthilatdaran bûye. Tew bi ser de, osmaniyên ku bûbûn warisên islamê, her tim bi çavekî piçûk li xelkê nerîne û xelk dûrî xwe sekinandine. Lê digel wêqasê dîsa jî siltanên osmanî ji Atatirk bêhtir gelparêz û mirov bûn. Di sîstema siltanan de mîna xelkê kurd her xelk, bi navê xwe dihatin qanê. Her xelkî bêşa xwe dida, eskerî ji imperetoriyê re dikir û bi nasnameya xwe girêdayî sîstemê bû. Lê piştî ku Atatirk dewleta xwe li ser asasê imperetoriyê bi navê tirk û Tirkiyê ava kir, hertişt berevajî hev bû. Ziman û kultura her xelkî, bi devê tivingê qedexe bû û hertişt ji bo tirkan hat bikaranîn. Atatirk du alternatîv dabûn ber xelkê, ”yan hûn ê dev ji ziman û kultura xwe berdin û bibin tirk û bijîn, û yan jî hûn ê bên kujtin. Yan tirkitî yan jî qirkirin!” Û tarîxa Atatirkê ku aman ne dabû xelkê, bi wê zilm û zora kesnedîtî hatanî roja îro hat. Îcar di dawiyê de em dibînin ku bi wê siyaseta barbarane, ji bilî kurdan,(lê bi milyonan kurd jî asîmle bûn), her xelk diqede û yek milet, yek ziman û yek welat derdikeve holê. Di eslê xwe de heger li başûrê Kurdistanê kurd bi serneketibana, kemalîzmê kurdên bakurê welêt jî yekser qedandibûn. Qedandibûn dibêjim ji ber ku kurd bi axa xwe, ziman û siyaseta xwe kurd bûn û kemalîzmê jî pêşî bi rêya PKKê bi milyonan him kurd ji ser wê axê avêtibûn û him jî asîmle kiribûn; û dû re jî bi rêya rêxistinên wê ên fermî wek HDPê siyaseteke bazirganî û tolaziyê pêşkêşî xelkê kurd kiribû.

Demokrasî xwedî bingeh e, bingehê wê jî şoreşên civakî ne û li Tirkiyê jî em li tu şoreşên bi vî rengê rast nayên. Parlamentarîzm û dezgehên sivîlîzasyonê çaviyên demokrasiyê ne; û li Tirkiyê jî ev herdu çavî bi nav hene. Ne parlamento di pevxistin û guherandina qanûnên dewletî de û ne jî dezgehên sivîl li gora pîvanên demokrasiyê dikarin tevbigerin. Dewlet milîtarîst e. Hîn ji destpêka cumhûriyetê de hikûmet û parlamento wek prensîp hene, lê artêş li ser serê dewletê rûniştiye. Biryar û kiryarên konseya ku ji generalan pêk tê pêşker in. Doh wilo bû, û îro jî bi haweyê svîl wilo bûye. Reng hatiye guhertin. Him ev desthilatdara  îro her çendî demokrat tevbigere jî li Tirkiyê heta ku demokrasî rûne, wê 50,60 salî û heta belkî 100 salî jî bigire. Li Ewrupayê 250-300 salekî wext girt. Ew jî heger ne ji Napolyon Bonapart baya, belkî Şoreşa Frensî têkçûbaya û ev demokrasiya îro, li Ewrupayê bi vî rengê çênî tune baya.

Demokrasî bi hêl û mêl e û li ber her hêleke wê hêzeke tebût, barguhêz, barbihêr  û rêbiwar sekiniye. Ev hêz carina dibin yek û bi qasî ku dewletê têxin xizmeta herkesî, bi demokrasiyê radibin û li ber xwe didin. Li Emerîkayê Abraham Lînkoln bi qeweta van hêzan şoreş pêk anîbû. Îcar li Tirkiyê ne serokekî wek Abraham demokrat, ne partî û ne jî rêxistin û dezgehên bi rêk û pêk demokratîk hene. Li Tirkiyê sosyal demokratê herî mezin Denîz Baykal û Murat Karayalçin e û herdu jî ji faşîstên ewrupiyan li paştir in.

Demokrasî têgihiştineke mirovperwerî û edebeke mirovahî ye. Îcar ne miletê tirk, ne ronakbîr û ne jî birêvebirên milet, xwediyê wê edebê ne. Hemû jî bi edeba dewletê hatine stran. Û edeba dewletê jî pantirkîst û panislamîst e. Ji Yavuz Siltan Selîm û vir ve imperetorî, dû re jî dewlet di mejiyê tirkan de hêzeke xwedayî û artêş jî, wek eshabeyên pêxember bi cih bûye. Li ba wan dewlet miqedes e. Islama osmaniyan bi rengekî îdeolojîk bûye kultura wan. Û di wê islamê de jî xwedayan, hêsîriya xelkê kurd û temamê xelkan pişka ezel li qelemê dabû! Em divê hişê xwe bînin serê xwe û dev ji çirt virtkên demokrasiya tirkan berdin, di bin tesîra PKKa bin neyaran û HDPa devrût û devşût de nelivin û qeweta xwe ji bo demokrasiya tirkan serf nekin. Barzaniyê nemir  ji bo Iraqek e demokratîk çil-pêncî salî qêriya, lê nebû tiştek. Û heger ew sed salê din jî biqêriya, kurd karîbûn bûbana tiştek, lê wê ereb nebana tiştek. Du rêyên ku demokrasî li Iraqê û Rohilatanavîn pêk hatibaya hebûn. Yek, divabû ji xelkên herêmê Martîn Luterek derketibûya û di islamê de pêşî reforim kiribana. Islam dijminê riknê demokrasiyê bû û xelkê herêmê jî tam misilman bûn. Dudu, wek ku emerîkiyan li Iraqê kirin bi devê tivingê sîstem bihatana guherandin. Û ezbenî, ev herdu jî ji me nayên. Ne Tirkiyê bûye wek Iraqa îro ku em ji bo demokretîzekirina Tirkiyê serê xwe bişkînin, ne em karin islamê reformîze bikin û ne jî bi devê tivingê sîstema kemalîzmê têk bibin. Li gora min, bi tenê rêyek ji mer e maye, ew jî ku em zend û bendên xwe ji pevçûneke ÎRAyî û ETAyî re vemalin. Kurdên ku dikarin xwe di ber zirçoneyekî wek birêz Ocalan de bişewitînin, wê bi hêsanî bikaribin xwe di ber welatekî de jî bişewitînin. Eha wî çaxî, wê dewleta Atatirkê jenosîd biheje û ewrupî jî bi çavên camêran li me binerin. Pevçûn! Ez wilo difikirim, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)