SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Li bakurê Kurdistanê kurdayetî ji navên kurdî dest pê dike!

Dema  mirov wek kurd bi qasî ku karibe rewşa dinyayê binirxîne û insanên di rengê bereteyan de ji kemêlan bike, û navê mirov hîn jî bi haweyê rengnivîsa Mûhemmed, Mohammed, Ahmet, Aşkim, Selvî û hwd be, mirov bi xwe çiqasî bi aqil e û kare pêşengiya kurdî bike gelo?

Erê ji bo çi navê kurdekî wek ê ereb û tirkekî  ne bi kurdî, lê wê bi erebî  û tirkî be?  Û bi ser de jî Mûhemmed, Mohammed, Elî, Omer û osman be! Her kurdê ku xwe pêşverû dibîne, pêşî divê bi zimanê kurdî rabe û bi haweyê ku wî zimanî li ser her kurdî ferz bike tevbigere. Û her çi zimanê kurdî ye jî nîvê wî ji navdêran pêk tê. Dema ku kurd hema bi tenê navdêrên kurdî li xwe bikin, wê kurdî heta bi heta bijî.

Wek nimûne, ji dêvla ku navê te Taş be, bike Kevir; Armut be, bike Hirmî; Ayva be, bike Bîhok; Balik be, bike Masî; Kaldiraç be, bike Qerase, Toprak be, bike Ax; Kul be, bike Xwelî û hwd.

Mûhammed, Mohammed be,  wek Bihemed; Ahmet be wek Ehmed, Zehîr be weke jehr, ziqûm û quzelqurt binivîsîne û hwd.

Ya rebî tu çêkî û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)